Li sînorê Soran û Herîrê 4 dron ketin xwarê

Soran-u-Herir-info

Li deverên cuda yên sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê û Herîrê çar dron ketin xwarê. Di encama bûyeran de ziyanên madî çêbûn.

Îro 12ê Tebaxê li çend herêmên cuda yên sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, qezaya Xelîfanê û nehiya Herîrê çar dron ketin xwarê.

Hat ragihandin, dronek li navenda bajarê Soranê li ser maleke sivîl ketiye. Di encamê de ziyaneke mezin a madî gihîşt malê, lê xweşbextane ti kes birîndar nebûye.

Du dron li nêzîkî gundekî ser bi qezaya Xelîfanê ve ketin xwarê.

Drona çarem jî li ser Çiyayê Benî Herîrê ket. Ji ber ketina dronê agir bi dar û giyayên li ser çiyê ket.