Li Dêrsimê wêneyên Seyîd Riza û çend rêhevalên wî hatin têkdan

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê wêneyên Seyîd Riza û çend rêhevalên wî hatin têkdan.
Doh êvarê (11ê Tebaxa 2026an) hinek kesan êrişî wêneyên Seyîd Riza û rêhevalên wî kir.
Ti kes nehatiye desteserkirin
Heta niha nasnameya kiryarên vê bûyerê nehatiye eşkerekirin.
Her wiha ti daxuyaniya fermî jî nehatiye belavkirin û ti kes nehatiye girtin.
Dîwarê 38an
Dîwarê 38an ê li parêzgeha Dêrsimê sala 2012an wekî semboleke dîrokî ya ji bo parastina bîranîna Komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-1938an hatibû terxankirin.
Seyîd Riza (1863-1937) serkirdeyekî olî û siyasî yê Qizilbaş (Elewî) ê Kurd bû.
Sala 1937an li dijî siyaseta Komara Tirkiyeyê serkêşiya Serhildana Dêrsimê kir.
Di encamê de li gel hinek rêhevalên xwe hat girtin û 15ê Çiriya Paşîn a 1937an hat bidarvekirin.
Tirkiyeyê piştî serhildanê li Dêrsimê komkujiyeke mezin kir ku heta îro jî amarên fermî û rast nehatine belavkirin.