PSK: Pirsa Kurd ne mijara terorê ye, pirsa azadiya neteweyekê ye

PSK: Pirsa Kurd ne mijara terorê ye, pirsa azadiya neteweyekê ye

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) piştî civîna xwe ya 11ê Tebaxa 2026an, encamnameyek Weşand û helwesta xwe ya derbarê geşedanên dawî de ragihand. PSKê di daxuyaniya xwe de rexneyên tund li “Yasaya Çarçove” girtin ku di 10ê Tebaxê de ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hatibû pejirandin û destnîşan kir ku ev qanûn nîşana berdewamiya zîhniyeta înkarker û ewlehîparêz a dewletê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Pêvajoya Tirkiyeya bê Teror” hebûna neteweyî ya gelê Kurd paşguh dike û armanc dike ku doza Kurd bi tenê bixe çarçoveya terorê. PSKê tekez kir ku qanûna nû ya ji bo paşxistina cezayên endamên PKKê yên çekan deynin hate amadekirin, temenê pirsa Kurd ku sed salî ye nas nake û fersendê nade ku kesên çekan deynin bi awayekî azad û ewle beşdarî jiyana siyasî bibin.

PSKê bal kişand ser wê yekê ku bêçekkirina PKKê pêngaveke erênî ye, lê belê pirsa Kurd bi tenê bi danîna çekan ji holê ranabe. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka azadiya neteweya Kurd heye û sedema bingehîn a qeyranên welat siyaseta asîmîlasyon û tundûtûjiyê ye. Hat destnîşankirin ku çareseriya mayînde tenê di çarçoveya destûreke federal de ye ku li ser bingeha wekhevî û azadiya Kurdan hatibe avakirin.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya PSKê di dawiya daxuyaniya xwe de banga yekîtiya neteweyî kir. PSKê bang li hemû partî, sazî û rewşenbîrên Kurd kir ku li dijî polîtîkayên înkarê destên xwe bidin hev û ji bo paşroja azad û bi rûmet a gelê Kurd hêza xwe bikin yek.