Piştî ragihandina hilweşandina PKKê ji aliyê Abdullah Öcalan ve, çavên hemûyan li ser detayên “Qanûna Çareseriyê” bûn.
Ji avabûna PKKê 48 sal û ji destpêkirina têkoşîna çekdarî 42 sal derbas bûn. Di vê navberê de:
50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da,
5 milyon Kurd ji gundên xwe koçber bûn,
17 hezar kes jî bûn qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar.
Lê li beramberî van berdêlên giran, di reşnivîsa qanûna ku hatiye amadekirin de, ne tenê ti destkeftiyek ji bo Kurdan tune ye; belku di metnê de heta peyva “Kurd” jî derbas nabe!
Asta herî krîtîk a ku kes bi dengê bilind behs nake, rewşa kesên ji PKKê veqetiyayî ye.
Ji sala 1980yî heta îro, nêzîkî 25 hezar kes ji rêxistinê veqetiya ne û niha li Herêma Kurdistanê û Ewropayê dijîn.
Veqetîna herî mezin di salên 2004 û 2005an de rû da. Wê çaxê 25 rêveberên payebilind û nêzîkî 3 hezar kadro, ji ber ku li dijî bidawîkirina fikra “Kurdistana Serbixwe” û destpêkirina şerê nû derketin, ji PKKê veqetiyan.
PKKê ev kes bi “sîxurtiyê” tohmetbar kirin; kesên wekî Kanî Yılmaz, Kemalê Sor û Şapûr Bodîşava hatin qetilkirin.
Ev koma mezin, ji aliyê PKKê ve wekî “xayîn” û ji aliyê Dewleta Tirk ve jî wekî “terorîst” hatin binavkirin û di bin gefa her du aliyan de jiyan.
Ya balkêş ew e ku ev kesên ku li dijî şer derketibûn, nikarin ji qanûna nû ya ku dê derkeve sûdê werbigirin. Ji ber ku qanûn kadroyên berî sala 2005an tevlî PKK’ê bûne nagire nav xwe.
Li gorî îdiayan, Öcalan ji dewletê daxwaz kiriye ku qanûn rêveberên berê negire nav xwe. Rêveberiya PKKê jî bi gotina “Eger ew vegerin dê çi cudahiya me û wan bimîne?” nexwestiye ku kesên veqetiyayî vegerin Tirkiyeyê.
Di encamê de, Öcalan û PKKê ji bo tola xwe ji van mirovan hilînin, rê li ber vegera wan a bo ser axa bav û kalan girtine.
Heta ew kesên ku dikarin sûd ji qanûnê werbigirin jî, cezayên wan dê ji bo 5 heta 10 salan bê paşxistin. Wate, jiyana wan dê ji bo salan di bin kontrol û gumanê de rehîn bimîne.
Ev reşnivîsa qanûnê, ne projeyeke aştiyê ye; belkî bazarkirinek û hesabpirsînek Öcalan û PKKê ye ku li ser jiyana ciwanên Kurd hatiye ava kirin.