Yekitî çi ye dê çawa bi serbikeve???

Yekitî çi ye dê çawa bi serbikeve???

Bûbê Eser

Heger bi rastî jî partiyên me yên Kurdistanî dixwazin an bixwazin, yekitî û yekrêziya nava mala Kurd li bakurê Kurdistanê pêk bê. Pêwîste bi hemî hêz û qawetên xwe ji bona wê bi kar bînin. Helbet ev ji bona perçên din jî derbas dibe.

Di kovar û malperên xwe de divê bê rawestan li ser vê mijarê bê nivîsîn. Heger bi rastî yekitî û yekrêziya kurdan dixwazin, divê hemî partiyên kurdistanî, endam û xelkê xwe di vê derbarêde zane bikin. Girîngî û pêwîstiya wê ji endam û xelkê re vekin ku em bi ser bikevin. Hevpeyvîn li gel serok û rêvebirên partiyan bê kirin ku li ser vê babetê nerîna wan ji bona xelkê bê zanîn.

Divê di hemî televuzyonên wan de mijara yekitiyê bibe sereke. Bernameyên wan bi piranî divê ev be. Heger em bi rastî yekitiyan dixwazin, divê ji bona wê jî kar bê kirin. Di bernameyên van partiyên me de hê min yek bernameyek ku li ser girîngiya yekitiyê amade kiribin, nedîtine.

Divê nerîn û dîtinên rewşenbîr û nivîskaran bê zanîn û belav kirin ku ew di vê derbarê de, çi dibêjin û dixwazin. Pêwîste ku bi berfirehî ev mijar bikeve jiyana endamên partiyan û gelê me ku ew xwe û gelê xwe ji bona pêwîstiyeke weha amade bikin.

Dem dema xebatên legal û eşkere ye. Loma divê em û milet jî nerîn û dîtina serok û rêberan bizanibin, fêr bibin ku ew çi dixwazin û ji bona yekrêzî û yekitiyê fikra wan bi zelalî û eşkereyî ji aliyê gel de bêne belavkirin.

Di encama xebateke weha de em ê bi hevre ji vê êşa sed salan re, rêya çareseriyê bibînin. Lê heger tenê ev mijar û bi awayekî dizî di nava partiyên siyasî de bê gotebêjkirin, wê bi ser nekev e. Serketina vê bi munaqeşeyên zelal û vekirî dibe.

Êdî li paş deriyan, bi xebatên dizî ango ji xelkê veşartî ev êş nayê çareserkirin. Ji ber ku di paş deriyan kî çi dibêjin ne diyar e. Li ser tiştên ne diyar jî yekitî pêk nayên.

Fermo bila televizyinên partiyên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, dest bi vê mijarê bikin nerîn û dîtina serok, rêber û mêvanên xwe di van bernameyan de belav bikin. Nerîna rewşenbîr û nivîskaran jî bigirin. Xelkê guhdarî bikin. Bê ka ew çi dibêjin?

Mesela yekitiyan hebûn û nebûna gelê me ye. Meseleyeke weha girîng jî tenê û bi awayekî dizî di nava du partî an çend partiyan de nabe. Pêwîst e, ev mijar weha bikeve nava gel ku ew jî xwe têde bibînin.

Kar û xebat ne bi gotinê, bi kirinê dibe. Ez amade me ku kîjan partiya me ya Kurdistanî tenha li ser vê mijarê îmkaneke bê destdirêjayî karê min bikin, amade me dest bi bernameyeke weha bikim.

Ji ber ku ez û em hemî dizanin ku heta em yekrêzî û yekitiya nava mala xwe pêk neynin, em ê nikaribin xwe azad bikin.

Ji bona gengeşî û munaqeşeyeke weha televizyonên başûrê Kurdistanê jî dikarin û divê bibin alîkar.

Di dehan televizyon li başûr hene. Ji wan yek, heftê rojekê dikarin li ser vê mijarê bernameyeke li dar bixin. Ev mesele ne tenê ya bakurê Kurdistanê ye. Ji bona ku ev mijareke serekî ya hemî kurdan e, pêwîste hemî kurd li gel partiyên xwe yên kurdistanî xwedî li vê derkevin.

De fermo û kerem bikin, bila partiyên me berê televizyon û medya ya xwe bidin vê mijarê. Ev mijar ne ya partiyekê, perçeyekî ye.

Weke seydayê Cegerxwîn gotiye: ”Heta em nebin yek, em ê herin yek bi yek”.