Nêçîrvan Barzanî di salvegera 80yemîn a PDKê de: “PDK garantiya mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera 80emîn a damezrandina PDKê û rewşa 16ê Tebaxê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser berpirsiyariya neteweyî, parastina destkeftiyên destûrî û xurtkirina tebayî û pêkvejiyanê ya di nava hemû pêkhateyên herêmê de kir.
Di daxuyaniya xwe de, Cîgirê Serokê PDKê rêz û hurmeta xwe ji bo Barzaniyê Nemir, hemû qehreman, şoreşger û Pêşmergeyên ku di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe dane nîşan da. Wî ev salvegera dîrokî li malbatên serbilind ên şehîdan, Serok Barzanî, serkirdetî, kadro, endam û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir û peymana berdewamiya xebatê ji bo armancên bilind nû kir.
Barzanî bal kişand ser dîroka heşt dehsalan a partiyê û diyar kir ku PDK berî 80 salan wekî pêdiviyeke dîrokî ji nav daxwazên gel ji dayik bûye da ku rêberiya tevgera rizgarîxwaz bike. Wî destnîşan kir ku îro jî PDK bi heman berpirsiyariya dîrokî ji bo parastina destkeftiyan û misogerkirina paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê di nava xebateke berdewam de ye.
Di beşeke din a peyamê de hate tekez kirin ku PDK dê herdem wekî pêşeng û dînamoya bihêzkirina pêkvejiyanê bimîne û destpêşxêriyê bike ji bo veguhastina astengiyan bo derfetên xizmetkirina welat. Wî ji bo parastina vê rêbazê banga nûkirina bi canê serdemê, pêşxistina sazîbûnê û bilindkirina asta rêveberiyê kir da ku PDK bibe garantiya domdar a mafên rewa yên gel