Mezlûm Ebdî: Êrişa li ser ofîsa Serokwezîr ne exlaqî ye

Mazloum-Abdi-Office-Masrour-Barzani-net

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrişa bi dronan a li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir.

“Kiryareke neexlaqî ye”

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê anî zimên.

Ebdî di peyama xwe de wiha got:

“Em bi hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê re hevxem in û em armanckirina ofîsa Serokê Hikûmetê bi tundî şermezar dikin.

Ev êriş kiryareke neexlaqî ye û nayê qebûlkirin.”

“Destdirêjiyek e li ser vîna gelê Herêmê”

Mezlûm Ebdî bal kişand ser vîna gel û saziyên fermî û li pey çû:

“Ev yek destdirêjiyek e li ser vîna gelê Herêmê.

Her wiha destdirêjiyek e li ser beşeke bingehîn a saziyên dewleta Îraqê.”