Elî Zeydî: Êrişên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê bi ti awayî nayên qebûlkirin

Serokwezîrê Iraqê yê Federal Elî Falih Zeydî bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axivî û êrişa dronî ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro 18ê Tebaxa 2026an, peywendiyeke telefonî ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêk anî. Di peywendiyê de, Serokwezîrê Federal êrişa dronî ya ku duh li ser ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêmê û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê hatibû kirin, şermezar kir.
Serokwezîrê Federal Zeydî diyar kir, ev cure êrişên li ser serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê “bi ti awayî nayên qebûlkirin.”
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo vê peywendiyê û şopandina mijarê, spasiya Serokwezîrê Federal kir û tekezî li ser giringiya hevkarî û hevahengiyê ji bo parastina asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.