Ocalan: Em berê alîgirên serxwebûnê bûn û niha em komarparêzin

Abdulla Ocalan rêberê PKKeya hilweşiyayî di dawî hevdîtina xwe ya bi heyeta Îmraliyê re got: “Em berê alîgirên serxwebûnê bûn û niha em komarparêzin, sibe, emê bi qasî MHPê (Partiya Tevgera Neteweperest) stûnek zexim a vê dewletê bin”.
Ocalan li 2ê Tebaxa 2026ê got:
“Xeta komarparêzan şûna nêrîna serxwebûnê ya berê digre. Ez soz didim ku komara Tirkiyeyê dê wekî destpêkê demokratîk be û Kurd dê di vê yekê de rolek blîzin. Wî her wiha tekez kir ku rêya Tirkyeyê ya ber bi demokratîkbûnê ve ji Îmraliyê derbas dibe”.
Ocalan herweha di beşeke din ya axaftina xwe de bo şanda Îmraliyê wisa gotîye: ” Sibe, emê bi qasî MHPê (Partiya Tevgera Neteweperest) stûnek zexim a vê dewletê bin”.
Ya rast ev ne tiştek nûye Ocalan dibêje, Ocalan li 28\11\2001 jî eşkere û vekirî gotibû: “Ez dixwazim xizmeta komara Tirkiyeyê bikim, xizmetek fedayî bi şêwazê ku Mistefa Kemal Ataturk xwestî û gotî”.
Piştre Ocalan li 31 Dîsambera 2003ê jî got: “Xeta min xeta çareserîya demokratîk û nûjenkirina Mîsaqa Mllî ye”.
Bi kurtasî Ocalan ji Sibata 1999ê ku ji Nayrûbî bo Enqerê hatîye vegerandin ew hêjan di balafirê de bû wexta ji efserên MÎTê re gotî: “Ez dixwazim xizmeta Tirkiyeyê bikim, dayîka min Tirk e û ez ji Tirkiyeyê hez dikim”.
Ji wê rojê ve Ocalan ti tiştek bo gelê Kurd û neteweya Kurd nekir, berevajî wî her tişt bo tepsandina doza Kurdan û vîna wan ya ji boy serxwebûn û azadiyê bo berjewendîya dewleta Tirk encam da û heta roja me ya îro ku pêvajoya “Tirkyeya bê teror” di rojevê de ye, ew ranewestiya beliku niha jî bangî Kurdan bo heliyan û asmîlebûna di nav civaka Tirk de dike.