Dadgeha Kerkûkê Nûnerê Cotkarên Kurd li Sergeranê ceza kir

Dadgeha Kerkûkê Nûnerê Cotkarên Kurd li Sergeranê ceza kir

Dadgeha Tawanan a Kerkûkê biryara dawiyê li ser yek ji gilînameyên li dijî Nûnerê Cotkarên Kurd li Sergeranê Mihemed Emîn derxist û ew bi yek milyon dînarên Iraqî ceza kir.

Li gorî belgenameyeke fermî ya Dadgeha Tawanan a Kerkûkê, ku îmzaya dadwer Ehmed Hemûd Etiye li ser heye û îro Yekşemê, 23yê Tebaxa 2026ê derketiye, hat diyar kirin ku dadgehê li gorî benda yekê ya madeya 229ê ji qanûna cezakirinê ya Iraqê, biryara cezakirina Mihemed Emîn bi yek milyon dînarên Iraqî da.

Mihemed Emîn di daxuyaniya xwe de ragihand: “Dadgehê li ser gilînameya leşkerê bi navê Kerar Şakir ez tometbar kirim û ceza li ser min birî, di demê de ku ez niha li benda gilînameya duyê me, ku ji aliyê Fermandariya Operasyonan ve li dijî min hatiye tomarkirin.”

Ev jî di demekê de ye ku Mihemed Emîn di destpêka bûyerê de du gilînameyên qanûnî li dijî fermandarê operasyonan û leşkerekî bi navê “Kerar” tomar kirin, lê dadgehê gilînameyên wî cemidandin. Li beranberî wê yekê jî, fermandarê leşkerî û leşker du gilîname li dijî wî cotkarî tomar kirine û heta niha ew cotkar 28 caran bangî dadgehê hatiye kirin, bêyî ku aliyê tometbar carekê li beranber dadgehê amade bibe, ku ev jî bûye sedem ku dadwer rûniştinan paş bixe.

Ew bûyer vedigere roja 17ê Sibata 2025ê, gava ku li gundê Şenaxeyê Mihemed Emîn li ser traktora xwe mijûlî karê çandiniyê bû. Di wê demê de, hêzeke artêşa Iraqê rê li wî girt û leşkerekî bi awayekî kirêt ew bi stûbenda wî kişand û sivakatî bi wî kir.