Şandeya Îmraliyê dixwaze rûreşiyên Xapo veşêre

Şandeya Îmraliyê ragihand; notên ku ji rojên rabûrî ve li ser navê Ocalan tên parvekirin, çavkanîya wan nezelal e, şandeya Îmraliyê red nekir ku ev not ne yên Ocalan in, di heman demê de ew dixwaze bi vê daxuyanîya xwe ya îro rûreşiyên Ocalan û peyamên wî yên dije Kurd veşêre.
Abdulla Ocalan rêberê PKKeya hilweşiyayî di hevdîtina xwe ya 2 Tebaxa 2026ê de tiştên balkêş gotin, wî eşkere û vekirî piştgrîya tam bo dewleta Tirkiyê îlan kir di heman demê de dijayetîya her tiştê girêdayî doz, maf û çarenûsa gelê Kurd.
Ocalan gotibû:
Em berê alîgirên serxwebûnê bûn û niha em komarparêzin
Ocalan got: “Em berê alîgirên serxwebûnê bûn û niha em komarparêzin, sibe, emê bi qasî MHPê (partiya tevgera neteweperest) stûnek zexim ya vê dewletê bin”.
Belavbûna van axaftinên Ocalan bertekên mezin li pey hatin û di medyaya civakî de bûn cîhê nîqaşê, loma jî îro 23 Tebaxa 2026ê Heyeta Îmraliyê ya Dem Partiyê daxuyanî da, weke hewlekê ji boy veşartina van gotin û axaftinên Ocalan.
Şandeya Îmraliyê ya Dem Partiyê derbarê belavbûna notên hevdîtnê li ser medyaya civakî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku çavkanîya van notan nediyare, lê red nekir ku ne yên Ocalan û tenê got: Em vê nêzîkatiyê xeter dibînin ku armanc dikin raya giştî bixapîn in û pêvajoyê proveke bikin.
Heyeta Îmraliyê dixwaze bi vê daxuyanîya xwe tişta ku Ocalan gotî veşêre û gel bi xapîne, lê ya rast gelê Kurd bi tevahî gihiştîye wê bawerê ku Ocalan ti tiştek bo Kurdan û doza wan nekir, belku berevajî her tişt bo tepsandina mafên Kurdan kirîye.