Şêwirmendê Erdogan: Ev yasa ne pêvajoya aştiyê ye, belku ya nehiştina terorê ye li Tirkiyeyê

Şêwirmendê yasayî yê Erdogan hûrgiliyên yasaya çareseriyê eşkere kirin û ragihand; ev yasa neya çareseriyê û nejî pêvajoya aştiyê ye, belku yasaya nehiştina terora sîstmatîke li Tirkiyeyê.
Şêwirmendê Serekê yê Serokkomariya Tirkiyeyê û Alîkarê Serokê Komîteya Polîtîkayên Hiqûqî Mehmet Uçum, “Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” nirxand û got: Ev yasayeke taybet e da ku dawî li terora sîstematîk were anîn.
Li gorî Ajansa Anadoluyê Mehmet Uçum hûrgiliyên hiqûqî û siyasî yên yasaya nû ya li ser pêvajoyê şîrove kirin.
Uçum ragihand ku dewlet bi rêya vê qanûnê polîtîkayeke “berjewendiya bilind a neteweyî” dimeşîne û got: Ev derfeteke nû didin mixetaban da ku bi şertê çekdanînê careke din vegerin nav pergala yasayî.
Ne efû ye
Mehmet Uçum diyar kir ku divê ev qanûn li gorî “armanca wê ya giştî” were nirxandin û li ser mijarê wiha got: Yasaya hejmar 7595 ne qanûneke asayî ye. Armanca wê ya bingehîn ew e ku terora sîstematîk bi temamî û berdewamî were tesfiyekirin.
Ji ber vê yekê, di dema şîrovekirina xalên wê de, divê armanca giştî wekî pîvana sereke were dîtin. Ev pêvajo ne efûyek e lê polîtîkayeke ji bo xurtkirina hevgirtina neteweyî ye.
Sê kategoriyên qanûnê
Li gorî şîroveyên Mehmet Uçum, çarçoveya qanûnê bi sê kategoriyan hatiye diyarkirin:
-
Kategoriya Rêxistinî: PKK/KCK û hemû pêkhateyên neyasayî yên ku bi wê re pêwendîdar in.
• Kategoriya Kesane: Avaker, birêvebir, endam û her wiha ew kesên ku bi zanebûn alîkariya rêxistinê kirine yan jî propagandaya wê kirine.
• Kategoriya Sûcan: Ji bilî sûcên îstisna, hemû sûcên ku di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de hatine kirin.
Mehmet Uçum tekez kir ku tenê hebûna di nav lîsteya birêvebiran de mafê sûdmendbûna ji yasayê nade.
Wî diyar kir ku divê li ser van kesan sûcên îstisna (wekî kuştinê) nehatibin kirin.
Sûcên ku li derveyî qanûnê dimînin
Uçum bal kişand ser wan sûcên ku li derveyî qanûnê dimînin û got: Cezayên heta hetayê yên girankirî yên ku beriya 1ê Hezîrana 2005an hatine dayîn, bi temamî li derveyî vê yasayê ne. Her wiha sûcê ‘bi qestî kuştinê’ bêyî her tim li derveyî yasayê ye.
Pêvajoya bicihanîna qanûnê
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo bicihanîna qanûnê jî agahî dan. Wî bi bîr xist ku divê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê tesbît û piştrast bike ku rêxistinê dawî li hebûna xwe aniye û çek radest kirine û wuha domand: Piştî weşandina vê biryarê di Rojnameya Fermî de, pêvajoya serlêdanê ya 6 mehan dest pê dike.
Her wiha dê ji bo şopandina pêvajoyê komîteyeke bilind di bin serokatiya Alîkarê Serokkomar de were avakirin. Dê di bin banê parlamentoyê de jî ‘Komîteya Çavdêriyê’ were avakirin.”