PWK’ê êrîşa nijadperest a li zonguldakê şermezar kir

PWK’ê êrîşa nijadperest a li zonguldakê şermezar kir

Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) êrîşa nijadperest a ku li navçeya Alapliyê ya ser bi bajarê Zonguldakê li dijî karkerên Kurd hatibû kirin, bi daxuyaniyeke fermî bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya PWK’ê de hat destnîşankirin ku zêdetirî 70 karkerên demsalî û malbatên wan ku ji navçeyên Cizîr û Silopiyayê yên Şirnexê ji bo berhevkirina findiqan berê xwe dabûn gundê Bektaşliyê, rastî vê êrîşê hatine. Di dema bûyerê de dîmenên zarokên ku di kasa kamyonetê de di nav panîkê de digiriyan, di raya giştî û torên civakî de bertekên mezin anîn ziman.

PWK’ê ev bûyer wekî encama siyaseta şovenîst a li dijî Kurdan û binpêkirina mafên mirovahiyê pênase kir. Buroya Ragihandinê diyar kir ku ev êrîş encama perwerde, manîpulasyon û zexta civakî ya şovenîst e ku bi dehan salan e di hişmendiya civakê de tê avakirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku ev bûyer neyê paşguhkirin. PWK’ê bang li baroyên li Kurdistanê kir ku însiyatîfên hiqûqî yên pêwîst bidin destpêkirin û ji dezgehên ewlehiyê xwest ku bikerên vê êrîşê tespît bikin da ku bi cezayê herî giran ê qanûnî bên cezakirin.

PWK’ê di dawiyê de bang li hemû partiyên siyasî, saziyên civakî û rûsipiyên Kurd kir ku li dijî vê êrîşa nijadperest helwesteke hevpar nîşan bidin. Her wiha ji derdorên ku li Tirkiyeyê alîgirên mafên mirovan, demokrasiyê û azadiyê ne jî hat xwestin ku li hemberî vê êrîşa şovenîst û dijmrovî dengê xwe bilind bikin.