PKK ji bo manîpulekirina hestan agahiyên çekdarên xwe yên berê hatine kuştin dixe rojevê

PKK ji bo manîpulekirina hestan agahiyên çekdarên xwe yên berê hatine kuştin dixe rojevê

Rêxistina PKKê nasname û agahiyên zêdetirî 50 çekdarên xwe yên ku berê di dem û cihên cuda de hatine kuştin, li ser malpera “sehidenme” belav kirin. Li ser vê yekê, bi pêşengiya MEBYA-DERê li navçeya Artemêtê ya Wanê, li Salona Mardanê ya li Taxa Selaheddîn Eyûbî ji bo van kesên ku piraniya wan ji xelkê Wanê ne, bernameya şînê ya 3 rojan hate ragihandin. Merasîm îro saet li 08:30î dest pê kir û di roja sêyem de wê bi merasîmekê bi dawî bibe.

Derketina van agahiyan di vê demê de careke din siyaseta rêxistinê ya li ser windahiyên xwe nîşan dide. Tê destnîşankirin ku PKK bi taybetî navên van kesên ku berê hatine kuştin niha tîne rojevê da ku bala cemawer bikşîne ser xwe, hest û sozên gel îstismar bike û bi vî awayî civakê ji aliyê tuyojî û hestyarî ve rasterast bi xwe ve girê bide.

Veşartina van mirinan di dema xwe de û belavkirina wan a di demeke wiha de amrazekî zelal e ku PKK dixwaze bi xwîna van kesan bazariyê bike, rojeva rastî ya Kurdan manîpule bike û piştevaniya civakî ya ku wenda kiriye bi rêya van hestan ji nû ve ava bike.