ENKSê pêşwazî li biryara Amerîkayê kir û banga sûriyeyeke nenavendî kir

ENKSê pêşwazî li biryara Amerîkayê kir û banga sûriyeyeke nenavendî kir

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), bi daxuyaniyeke fermî pêşwazî li biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê derxistina navê Sûriyeyê ji lîsteya “Dewletên Piştgira Terorê” kir. ENKSê ev biryar wekî derfeteke dîrokî û giring ji bo başbûna aborî, siyasî û peydakirina çareseriyeke berfireh ji bo qeyranên welêt bi nav kir.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku sivikkirina dorpêçan û vekirina deriyên dubare avakirina welat dê rasterast bandorê li rewşa jiyanî û xizmetguzariyê ya welatiyan bike. Lê belê ENKSê tekez kir ku ji bo sûdgirtina ji vê gavê, divê pêvajoya siyasî ber bi avakirina dewleteke demokratîk, nenavendî û xwedî serweriya qanûnê ve biçe û mafên neteweyî yên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûrê de li ser bingeha wekhevî û hevbeşiya niştimanî werin gurantîkirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, ENKSê bang kir ku mercên guncayî ji bo vegera ewle, birûmet û dildarî ya penaber û koçberan – bi taybetî koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî – werin amadekirin. Di dawiyê de hat ragihandin ku ji bo pêkanîna aramî û geşepêdanê, divê têkoşîna li dijî teror û tundrewiyê berdewam bike û saziyên niştimanî yên giştgir werin avakirin.