Tenê we serpêhatî avanekirin, we xwe li pişt zarok û ciwanên kurdan veşart, berê wan da mirinê û îro hûn hatine qala lehnigîya wan dikin. Erê wan dîrok, serpêhatî û lehnigî tomar kirin, Xapo û PKKeya xwe jî teslîm bûn, rûreşî û şermezarî.
Tenê di tengasîyan de şehîdan nas dikin
Bi hezaran ciwanên kurdan mane yên ku rêxistina PKKê ew bi destê eskerên Tirk dane kuştin û hêjan jî mirina wan îfşa nekirine, PKKe ji destpêka şerê xwe yê saxte ve siyaseta probaganda kirinê bi ciwanên kurdan di saxî û mirina wan de di meşîne, her wexta ket tengasiyê her rast melefa şehîdan tîne pêş û dibêje me ewqas bedel da ne.
Rêveberê PKKeya hilweşiyayî Murat Karayilan li rojên rabûrî derket medyayê û got: “emê navên şervanên ku di 2017an, 12018an û 2019an de şehîd ketine îlan bikin”.
Wî got: “çima me îlan nekirin ji ber ku li wê çaxê şer giran bû, agahî nehatin girtin, her şehîdekî me çîrokeke xwe heye serpêhatiyek dîrokî ava kirîye û emê nehêlin çîroka ti yêk ji wan ketim bibe”.
PKKê pêtirî 40 salan şerê çekdarî kir û li dawiyê li ser daxwazîya rêberê xwe û mezintirîn neteweperistê Tirk Dewlet Bahçeli xwe fesix kir û got: “emê Tirkiyê bihêz û demokratîk bikin. Cihê kurd, Kurdistan, neteweya kurd û mafên kurdan ne di pirojeya fesixkirinê de hebû û nejî di paşeroja Tirkiyeyê de û gavên ku niha bi navê aştiyê tên avêtin tune”.
Ew bû rêxistinek kirêgirtî ya destê dewletên dagirker li djî her tiştê bi kurd û Kurdistanê ve girêdayî
PKKê di van 40 salan de bi dehan hezar ciwanên kurdan dan kuştin, Bakurê Kurdistanê wêran kir, koçberî û qetilam û înkar û her tişt anî serê kurdan, netenê li Bakur, li Başûr û Rojava û Rojhilat jî heman siyaset meşand, ew bû rêxistinek kirêgirtî ya destê dewletên dagirker li djî her tiştê bi kurd û Kurdistanê ve grêdayî.
Îro jî weke ji destpêka xwe ve ev rêxistina dije kurd hatîye û pirr bi bêexlaqî ve dibêje: “hinek şehîdên me hene û me hêjan îlan nekirine, çima, ji ber ku agahiyên me nebûn, şer giran bû”. Lê ya rast PKKe ji destpêka damezrandina xwe ve her dema rastî şkestinê û tengasî û şermezariyê hatî, wê melefa gerîlayên şehîd yên belengaz vekirîye û qala lehnigîya wan dike, anku PKKê ciwanên kurdan di saxî û mirina wan de bo sûd wergirtinê û berjewendîya xwe bi kar anîne.
Li 2î Tebaxa 2026an Abdulla Ocalan di hevdîtina xwe ya bi şanda Îmraliyê re gotibû: “em berê alîgirên serxwebûnê bûn, niha em komar parêzin, ez soz didim ku Tirkiye bihêz bikeve û sibe emê bi qasî MHPê xizmeta vê dewletê bikin û bi qasî wê stûnek zexim ya vê dewletê bin”.
Ev gotinênin Ocalan bi awayekî befereh di sosyal medyayê de hatin parvekirin, bertekên mezin yên gel li pey hatin û bûn cîhê nîqaşê.
PKKê bi her awayî hewl da vê şermezarîya rêberê xwe veşêre û axaftinên wî berevajî bike, loma jî rêveberîya PKKê bi daxuyanîyekê got: “tişta ku li ser navê Ocalan tê parvekirin, neraste û em dixwazin ti kes baweriyê pê neyinin”.
Parvekirin û îlankirina navên şehîdên kevin jî beşekî vê plana PKKê ye, ew dixwaze rojevê manîpole bike û axaftinên Ocalan ji bîra gel bibe.
Erê wan dîrok, serpêhatî û lehnigî tomar kirin, Xapo û PKKeya xwe jî teslîm bûn, rûreşî û şermezarî
Murat Karayilan rêveberê PKKê derbarê parvekirina navên şehîdan dibêje: “her şehîdekî me serpêhatîyek avakirîye, ez careke din girêdana xwe bi şehîdan re raber dikim, em di xeta wan de ne, heta em di sax bin emê di şopdarîya xeta şehîdên qehreman de di bin perspektîvên Apo de tev bigerin”.
Ya rast gelê kurd baş dizane PKKê û Apo bi dehan hezar ciwan bêy ku ti destkeftîyekî bo kurdan çêbikin dan kuştin, kurd îro ji rêveberîya vê rêxistina dije kurd re dibêjin: “erê gerîlayên şehîd serpêhatî avakirin, lê tenê we serpêhatî avanekirin, we xwe li pişt keç û xurtên kurdan veşart, we ew dan pêşîya xwe û avêtin ber artêşa hov ya Tirk, erê wan dîrok, serpêhatî û lehengî tomar kirin, lêbelê Xapo û PKKeya xwe jî teslîm bûn, rûreşî û şermezarî”.