Li Diyarbekirê çar kes ji ber daliqandina posterên PKKê hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê çar kes ji ber daliqandina posterên PKKê hatin binçavkirin

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku ji ber daliqandina posterên endamên PKKê li hin kolan û cihan, çar kes ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Diyarbekirê ku di 30ê Tebaxa 2026an de hate belavkirin, hewldanên binpêkirina ewlehiyê hatine astengkirin û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna li dijî sûc û terorê bi biryardarî dom dike.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xalan:

“Daliqandina posterên endamên rêxistina terorîst li çend kolanan bûyerek tenê ye û belavî seranserê parêzgehê nebûye. Piştî tespîtkirina posteran li çend deveran, yekîneyên me yên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirin û di encamê de 4 kesên ku ev kiryar meşandine hatin binçavkirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kiryarên neqanûnî yên ku armanc dikin aramiya civakê û pêvajoya ewlehiyê asteng bikin dê neyên tehemûlkirin û hemû hewldanên bi vî rengî dê di çarçoveya zagonan de bi biryardarî bibin bersiv.

Ev di demekê de ye ku rojane ji aliyê Ocalan û PKK’ê ve behsa entegrasyon û civaka demokratîk û ‘pêvajoya aştiyê’ tê kirin.