Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) 2’yemîn Kongreya xwe ya Giştî li bajarê Diyarbekirê li dar xist. Di encama hilbijartina di kongreyê de, Mustafa Ozçelîk bi yekdengî careke din wekî Serokê Giştî yê PWK’ê hat hilbijartin.
Li gorî daxuyaniya ku îro ji aliyê PWK’ê ve hat belavkirin, kongre duh, 30ê Tebaxa 2026an, hat encamdan. Ji ber ku merasîma cinazeyê siyasetmedar û kedkarê doza azadiya Kurdistanê Mehdî Zana di heman demê de bû, di bernameya destpêkê ya kongreyê de hinek guhertin hatin kirin. Ji ber merasîmê, gelek nûnerên saziyên sivîl, siyasetmedar û rojnamevan di saetên destpêkê de tevlî bernameyê nebûn.
Cîgirê Serokê Giştî yê PWK’ê Mehmet Can Azbay, ku hevalê girtîgehê yê Mehdî Zana yê ji Girtîgeha No 5 a Diyarbekirê bû, li ber Bînaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di merasîma oxirkirinê de axaftinek pêşkêş kir. Piştî bidawîbûna merasîmê, delege û mêvan vegeryan salona kongreyê û beşa duyemîn a bernameyê dest pê kir.
Di beşa duyemîn de, Serokê Giştî Mustafa Ozçelîk li ser geşedanên siyasî yên rojevê û nêrînên PWK’ê daxuyaniyeke berfireh da. Kongre veguherî qada hevgirtineke neteweyî; ji her çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partî û tevgerên siyasî beşdar bûn an jî bi rêya peyaman piştgiriya xwe anîn ziman.
Di beşa piştî nîvro de, ku tenê bi beşdariya delegeyên fermî birêve çû, proseya hilbijartinê hat kirin. Mustafa Ozçelîk bi yekdengiya delegeyan ji nû ve wek Serokê Giştî hat hilbijartin. Herwiha endamên Meclîsa Partiyê ya nû jî hatin diyarkirin, ku beşdariya ciwanan di nav organên rêveberiyê de bal kişand.