Faşîzma PKKê li dijî muxalifan: Dr. Serbest Nebî ji ber rexneyên xwe gefên kuştinê xwar…

Faşîzma PKKê li dijî muxalifan: Dr. Serbest Nebî ji ber rexneyên xwe gefên kuştinê xwar…

PKKê vê dawiyê li ser medyayeke civakî nêçîra muxalifan daye destpêkirin. Grûba PKKê ya li ser medyaya civakî, ji bilî ku adresên ku PKKê rexne dikin peyda dike û bi rêyên wekî gilîkirinê dide girtin, her wiha kesên navdar û bi bandor jî bi kuştinê tehdîd dike. Yek ji van navan jî Dr. Serbest Nebî ye.

Dr. Serbest Nebî ku bixwe ji Rojavayê Kurdistanê ye û mamosteyê zanîngeha Koyeyê ye, di raboriyê de li dijî sîstema li Rojava rexne kiribin jî, helwesteke ku piştgirî û xwedîderketina li Rojava dihewand nîşan dabû. Bi taybetî di pevçûnên Helebê de bi bangên xwe yên ji bo derketina kolanan û xwedîderketina li Rojava dihat nasîn. Lê belê, ligel ku rêveberiya li Rojava bi Şamê re destkeftiyên Kurdan xiste ser masê û tevlî polîtîkaya entegrasyonê ya Öcalan bû, Nebî li dijî polîtîkaya Rojava û Öcalan rexne kirin. Tevlî rexneyên xwe yên li gorî zanista siyasetê û di asteke guncaw de jî, Dr. Serbest Nebî jî pişka xwe ji gefên PKKê girt.

Dr. Serbest Nebî di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de eşkere kir ku bi rêya telefon û medyaya civakî PKKê gefên kuştinê li wî xwarine.

Dr. Serbest Nebî diyar kir ku li dijî wî û malbata wî ji aliyê alîgirên PKK û PYDê ve gelek êrişên di astên gef, heqaret û teşhîrkirinê de hatine kirin.

Piştî daxuyaniya Nebî, li ser medyaya civakî bi taybetî di medyaya Erebî û Soranî de piştgiriyeke mezin ji bo Dr. Serbest Nebî hat nîşandan.

Ji kesên ku piştgirî danê, nivîskar Îbrahîm el-Yûsif diyar kir ku ew difikire Nebî û malbata wî ji ber helwestên xwe bûne armanca “kampanyayeke tundûtêjiyê”. Wî ev rewş bi kampanyayên wekhev ên ku bi salan e kesên xwedî dîtinên cûda dikin hedef re girê da. El-Yûsif tekez kir ku ew armanc kirina kesên xwedî ramanên cûda an jî tevlîkirina malbatên wan di nakokiyên siyasî de red dike û Serbest Nebî wekî yek ji wan dengên ku di serdemeke krîtîk de ji bo gelê Kurd û Sûriyeyê bi wêrekî doza gelê xwe diparêze pênase kir.

Nivîskar Sabrî Resûl jî diyar kir ku kampanyayên şermezarkirin, heqaret û bohtanan ên ku ew kesên beşdarî polîtîkayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nabin dikin hedef, nîşaneya “îflasa siyasiya PKKê” ye. Resûl bal kişand ser wê yekê ku lîsteya kesên di ber van rêbazan re derbas bûne gelekî dirêj e.