Kêşeya Mezin ya bakurê Kurdistanê!!!       

Kêşeya Mezin ya bakurê Kurdistanê!!!       

Bûbê Eser

Ez li gor tecrubeyên xwe yên siyasî ku ez ji sala 1972an de di nava siyaseta Kurdistanê de me, gihiştim wê bawerî ku problema mezin ya kurdên bakurê Kurdistanê ew e ku serokên partiyên têne mezinkirin ku ji bilî wan jiyan nabe. Ji bilî serok kes tu tiştekî nizanin. Serok her tişt e. Serok çi bêje rast e û li dij derketandin ne kar û hedê endaman e.

Li gor baweriya min ev jî bi zanetê ji teref dagirkeran ketiye nava me û hatiye pejirandin ku serok nayên rexnekirin. Dema rewş ev be wê serok jî her tiştekî li gor berjewendiya xwe û malbata xwe bi rêve bibe. Ji bona wî/ê çi lazim û pêwîst be dê wê bike.

Heta ku em kurd xwe ji vê rewşê azad nekin û serokên partiyên xwe jî weke xwe nebînin, hûn bawer bikin em ê tim hêsîr û rebenê berdestê serokan be. Li gor min divê em vê rewşê biguherin û bi awayekî demokratîk karê rêxistiniya xwe bimeşînin em ê weke kurd bi hevre bi serkevin.

Dîsa li gor baweriya min yên naxwazin yekitî û yekrêziya nava mala kurd pêk bê, serok û serokatiya partiyan bi xwe ne. Rêxistin an partî li gor rê û rêbazên serok têne meşandin. Lê dema serok nayên rexnekirin, li dij şaşî û kêmaniyên wan helwestên rast neyên girtin, ew ê jî her weke xwe bike û tevbigere.

Ev nayê wê wateyê ku divê em ji serokên xwe hez nekin, qîmet û rûmetan wan negirin. Na eksê wê divê em bi hevre qîmetê bidin wan da ku ew jî rê û rêbazin di berjewendiya gel de bin pêşkêşî me û gelê me bikin.

Ji ber ku serok kilîta bi karanîna motorê ye. Dema motorê kar kir wê bimeşe û bi meşa xwe jî heçî kesên li ser rêyan mane dê hilgire nava xwe. Loma jî serok û serokatî girîng e. Lê ne weke em kurd vê dikin.

Em kurd serok dikin tabû, dibin heyranê wan û dikevin wê bawariyê ku ew ji hemî endamên xwe û gel zanetir û hêjatir in. Aha şaşiya em dikin ev e. Dema em serokekî weha mezin jî dikin êdî em bê wate dimînin. Hemî tişt dibe serok û wî/ê çi got ew e.

Dema ku serokek jî, wê hêzê, wê hezkirinê û wê baweriyê dibîne, xwe weke ejdergehekî dizane û dikeve rewşa ku êdî her tişt ew e. Dema her tişt ew be jî em weke endam dibin mirîdê wî ku çi bêje, bê munaqeşe bi cih tînin.

Loma gihiştim wê baweriyê ku neyekrêzî û ne li hevkirina me ji ber helwest, kiryar û bûyerên serokan e ku em nikarin bibin yek. Ez soz didim miletê kurd ku îro li bakurê Kurdistanê serokên wan partiyên me yên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, werin ba hev û biryara yekitiyê bi hevre bigirin ev mesele hal dibe. Lê nakin.

Di yekitiyeke weha de dibe ku çend dengên nerazîbûn derkevin, lê talî ev ê here serî û em ê bi hevre bibin xwedî hêzeke yekgirtî ya neteweyî. Kî çi dibêjin bila bêjin, kêşe ango probelema me ya bakurê kurdistan a mezin serok û serokatî ye.

Piraniya serokan jî naxwazin ji wî meqamî bêne xwarê. Hin ji wan bi tecrubeyên xwe û hin jî wan bi zanebûn û têgihiştinên xwe bibin rênîşandana ciwanên xwe, wê bêtir berhemdar bin. Lê nakin û divê her ew serok bin.

Ji ber ku navê serokatiyê mezin e û naxwazin dev ji wî navî berdin. Hin serokên partiyên me yên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê hene ku hê nizanin bi rêk û pêk zimanê xwe kurdiya delal bi kar bînin. Hin hene nizanin belavokekê binivîsîne. Hin hene nizanin qise bikin û rewşa kurdistanê ya îro bişopînin. Lê serok in.

Bi dehan endamên wan yên ji wan zanetir hene, lê ew serok in. Çima ji ber ku îro ne do ye. Îro di siyasetê de perên kê hebin ew li pêş in. Kes rewşa wan napîvin, nakolin zanîn û têgihiştina wî/wan dizanin, lê ji ber xwedî perene ew serok in û di serokatiyê de cih digirin. Helbet hin îstîsna ne têde.

Ew serokên ku endamên wan her tişt dane wan jî, fêm nakin ku ew serok dikare rojekê endam û welatê xwe ji bona berjewendiya xwe ya malbatî û sexsî pêşkêşî dewletê bike.

Aha binerin îro Evdila Ocalan çi dibêje yek endamên wî nikarin û naxwazin li dij wî gotinekê bêjin. Çi dibêje û çi biryarê dide her ew ji bona temama endamên wî derbas dibe. Kes nikarin li ser raman û fikrên wî qise an munaqeşe bikin. Heman rewş di nava partiyên me yên kurdistanî de jî heye…

Ji ber vê ez dibêjim pêwîst e em ew kesên xwe weke endam û kesayetekî kurdistanî dibînin, divê em vê rewşê ji nû de bi hevre munaqeşe bikin. Divê em bi hevre wî mafî nedin serokan ku ew her tişt e û ew xwedî hemî biryar e. Bala xwe bidê yek dibe serok êdî nema wî meqamî berdide. Heta ku ew hebe her dê ew be. Ev jî bi serê xwe karesetek e.

Divê em bi çandeke nûjen, karibin şaşî û kêmaniyên serokên xwe jî bêjin. Li ser biryarên ew didin bi hevre munaqeşe bikin. Lê divê em dîsa jî qîmeta serokên xwe bizanibin lê nekin her tiştekî. Dema serok bibe her tişt, ew ê jî her tiştekî weke xwe bike. Wê gavê divê em gazinan nekin.

Lê hin serok hene, bi ked û xebatên xwe, bi tekoşerî, fikir û ramanên xwe, bûne sembolên gelê xwe û talî jî bûne canogiriyên gelê xwe. Hin ji wan hê sax in û ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe têdikoşin kar û xebatê dikin, divê em wan ji bîr nekin û wan jî nexin nava yek kefenî…

Bi vê wesîleyê ez kongreya 2em ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê û hilbijartina brêz Mustafa Ozçelik ku ji nû de bû serok û hemî organên wê pîroz dikim.