HETA DEM Û PKK HEBIN!!!

Erk û wezîfeya nivîskarên Kurd û kongreya me!!!

Bûbê Eser

Roja pkk damezirandin û heta niha armanca wê ew bû ku kurd nebin xwediyê tu mafên xwe yên neteweyî.

Ji ber vê bû ku Evdila gotibû: “Heta ez û pkk em hebin dê Barzanî nikaribe serxwebûna Kurdistanê ragihîne”. Di eslê xwe de maneya gotina wî ew bû ku kurd dê nikaribin bibin xwedî dewleta xwe.

Yanî ji gotina Evdila diyare ku dibêje ez ê hemî kurdan bixim bin emrê tirkan. Vekirî dibêje ku divê kurd nebin xwediyê xwe û tu tiştekî. Divê tim kole û xizmetkarê dagirkeran bin.

Bi saya alîkarî û piştgiriya dewletê bi rêya şerê çekdarî piraniya kurdan teslîm girt. Hêja, zana û kesên tê gihiştî bi alîkariya dewletê kuşt an da kuştin. Yên mayî jî bi hikmê zor, tirs û rantê bi xwe ve girê da ango teslîm girt. Bi vê jî civata rewşenbîriyê fêmkor kir.

Di nava vê teslîmgirtinê de du nifş jî bi Evdila hatin mezinkirin ku keraseta herî mezin jî ev bû. Yanî hewl da û lê xebitî ku kesên piştî 1980 têne û hatin dinyê tenha bi Evdila dane mezinkirin ku hay û bala wan ji mezinên wan tune be. Bi vê jî bi serketin.

Li ser pkk û Evdila gelek hatiye û tê nivîsîn. Lê mixabin îzah, gotin û nivîsandina rewşa pkk û hemî rêxistinên wê ne rehete ku tu vê rewşê bi civatê bide zanîn. Ji ber ku ev serê çel salan e ku civat û ciwan bi pkk hatine mezinkirin û perwerkirin.

Ji ber ku piraniya rêber û serokatiya pkkDEM ji zilamên dewletê pêk tên. Dema rêvebir jî ew bi xwe bin, dê çawa doza Kurdistanê bê parastin???

Çareserî:

Li gor nerîn û dîtina min divê hemî partî kes û kesayetên kurd giranî bidin kar û xebatên li dij DEMê. Ji ber ku karê niha ku DEM dike, asîmlekirin û entegarsoyana kurdan û tunekirina kurdan e.

Ewqas civîn, meş û xwe pêşandan ji bona fikra tunekirina Kurdan û bi serxistina ramanên Evdila ne. Ji bona nerîn û dîtinên  Evdila bi civatê bidin qebûlkirinê çi ji wan tê texsîr nakin. Ew fikir û ramanana jî li ser asasê teslîmbûn ango tunebûna kurdan bi xwe ne.

Heger em weke kurd û Kurdistanî ji bona vê helwesta DEMê ya li gor fikir û ramanên tunekirina kurdan ya Evdila, bi hevre, em nebin xwedî temsîlek Kurdistanî em ê hemî bi hevre wenda bikin.

Bi salan e ku me wendakirî ye û wenda dikin. Lê hê jî hin rê û rêbaz mane ku em dikarin xwe û miletê xwe ji ber tofana dagirkeran, fikir û ramanên Evdila û DEM ê azad bikin.

 Rêya vê jî tenha yekitî û yekrêziya nava mala kurd bi xwe ye. Heger di damezrandina komara tirk de hemî şêx, eşîr, axa û malbatên kurd yên mezin bi hevre û li gel hev tekoşîna azadiya xwe û welatê xwe dabana, niha em jî xwedî welatê xwe ê azad bana.

Loma dibêjim û pêwîste ku divê demildest yekitî û yekrêziya nava mala kurd pêk bê. Madem daxwaza piraniyê azadiya welêt e, çima ev vê pêk naynin???. Gelo çi sedem heye ku em nikarin yekitî û yekrêziya xwe pêk bînin???

Kurdên li bakurê Kurdistanê li ser destê DEMê li ber tunebûnê ne. Heger ev baş nayê zanîn û xwendinê em ê hemî bi hevre wenda bikin. Ji bona serketinê jî divê em li hember hev xweşbîn bin. Xwedî tolerans bin û bikaribin hevdu qebûl bikin.

Divê neyê jî bîr kirin ku çi dema em bibin yek, temsîleke Kurdistanî bi hevre derxin, di warê dîplomasî li ser asasê li hevkirinekê, mirovên pispor peyde bikin, em ê bi serkevin. Loma Kar û xebatên li ewropa girîng e. Li gor vê girîngiyê jî divê em bi hevre tevbigerin.

Heger em weke kurd û rêxistinên kurdistanî vê bi hevre nekin, wê projeya Evdila û dewletê ya ku bi hevre dimeşînin dê bi ser bikeve. Ew jî tunebûna kurdan e…