Di 20ê Berfbarîna Pêşî ya sala 1940an de, li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê, çavên xwe li jiyanê vekir. Ev serdem, serdemeke xerab, pir biêş û metirsîdar bû. Çendîn serhildanên milêtê Kurd bi xwîn û jenosîdan têk çûbûn. Hîn du sal di ser Jenosîda Dêrsimê re derbas nebûbûn, ku Xalê Mehdî li Farqîna mîr û began, li warê Zembîlfiroş, çavên xwe vekir.
Êşa komkujî û jenosîdan, di malên Kurdan de, milêt ker û lal kiribû. Tirs û xofa barbarên Tirk, di her mala Kurdekî de, berî ku dengê “K” ji dev derkeve, bi “hiş hiş”ê dihat qutkirin.
Xalê Mehdî, hîn di zaroktiya xwe de, da dû sebeba vê tirsê, vê bêdengiyê û vê ker û laliyê. Pirs a pêşî ya ku di serê wî de cih girt, ev bû: “Çima? Ji bo çi?”
Di destpêka salên 1960î de, li cem hostayê xwe yê qedirbilind û navdar Niyazî, dest bi şagirtiya dirûnê kir. Dikana Niyazî, cihê Kurdperweran û çepgiran bû. Di dikanê de derî digirtin û li ser rewşa xwe, rewşa welatê xwe û barbarîyên dewleta Tirk, dest bi sohbetê dikirin. Xalê Mehdî çay dida wan û li wan guhdarî dikir. Her guhê Xalê Mehdî li van mêvanan bû; gotinek jî nedirevand. Ev dikana Niyazî, ji Xalê Mehdî re bû dibistana perwerdehiyeke siyasî.
Van sohbetan Xalê Mehdî mezin kir; bû xort û ket nav tevgeran. Aktîvîstekî wêrek, xwedî wîjdan û dilşewitî bû. Wan bûyerên teze yên 1919, 1925, 1927-1930 û 1938an, ku dewleta barbar anîbûn serê milêtê Kurd, ji devê zindiyan, li dikana Niyazî, ji Kurdperweran guhdarî kiribû. Van serpêhatiyan agir berdabû dilê wî. Agirê dilê wî, bi ava behran jî nedihat kontrolkirin. Ji ber wê jî, li ku civînek, çalakiyek an şevek hebûya, Xalê Mehdî li wir bû.
Pêşî, Xalê Mehdî jî, digel xortên din ên Kurd, di nav TİPê (Partiya Karkerên Tirkiyê) de cih girt. Di sala 1969an de ji TİPê qetiyan û DDKO ava kirin. Armanca DDKO; avakirina rêxistineke Kurd û Kurdistanî bû, ku ji Tirkan biqetin û xwe bi rêxistin bikin. Bi avakirina vê komeleyê re, di gelek bajar û navçeyên Kurdistanê de DDKO vekirin. Bi êrîşên artêşa Tirk a ser gundên Kurdistanê re, li gelek cihên Kurdistanê protesto û meş hatin lidarxistin. Xalê Mehdî, wek axaftvan û aktîvîst, di van hemû çalakiyan de cih girt.
Kûtaya leşkerî ya 1971ê çêbû. DDKO hat girtin û hemû endam û damezrînerên wê hatin desteserkirin; di îşkencan re derbas bûn û li zindana Diyarbekirê hatin komkirin. Xalê Mehdî, digel Terzî Niyazî û bi sedan xortên din ên Kurd, hat girtin.
Bi efûya 1974an re, xortên Kurd azad bûn û hêdî hêdî dest bi avakirina komele, rêxistin, kovar û weşanxaneyan kirin.
Di sala 1976an de, Alparslan Türkeş, ku wek nijadperestekî Tirk û dijminê milêtê Kurd dihat naskirin, dê bihata Diyarbekirê. Li hember hatina wî nijadperestî, çalakiyeke mezin, ku sê rojan ajot, hat lidarxistin. Xalê Mehdî di vê çalakiyê û amadekirina wê de, bi çalakî cih girt. Ez şahidê wan rojan im; çawa Xalê Mehdî qehwe, restoran û esnafên Diyarbekirê ziyaret dikir û amadekariya çalakiyê dikir.
Di sala 1977an de, di hilbijartinên şaredariya Diyarbekirê de, bi riza hemû rêxistinên Kurd, bû namzedê serokatiya şaredariyê. Bi dengê bilind qezenc kir û bû serokê şaredariya Diyarbekirê.
Hinek dewlet û hinek jî hêzên din, dest bi dijminatiya Xalê Mehdî kirin. Di merasimên fermî de, ku mecbûr bû serokê şaredariyê jî beşdar bibe, ji aliyê medyaya Tirk û hêzên leşkerî ve, her dem rastî êrîşan dihat. Xalê Mehdî wek kesekî ku, “wê Kurdistanê ava bike, Tirk bê vîze û bê pasaport nikarin herin Diyarbekirê” nûçe hatin çêkirin û Xalê Mêhdî rastî êrîşan hat. Ji aliyê hikûmetê ve, projeyên şaredariyê hemû hatin rawestandin û butçeya şaredariyê qut kirin. Şaredariyê nema dikarîbû meaşên karmendên xwe bide. Karmendan dest bi boykotê kirin û zibilên bajêr, li sikakan, mîna sergoyan, kom bûn. Lê Xalê Mehdî serî dananî. Dizanîbû ku li pişt van hesaban, dijminên milêtê Kurd heye.
Kûtaya 1980ê hat û wek bi hezaran ciwan û siyasîmedarên Kurd, Xalê Mehdî jî hat girtin. Di zindana Diyarbekirê de, ew jî wek her Kurdekî, rastî îşkencê û heqaretan hat. Xalê Mehdî bi wêrektî li hember dijmin rawestiya û serî netewand.
Rêya min a digel Xalê Mehdî, di zindana Diyarbekirê, li zindana Eskîşehîrê û Aydinê, 8 salan yek bû. Em bi hev re, di van hersê zindanan de man. Gelek birînan, gelek çalakiyên birçîbûnê, protesto û êrîşan de, me hevûdu parast. Ji Eskîşehîrê heta surgûna zindana Aydinê, em di eynî ringê de bûn. Ji Eskîşehîrê heta Aydinê, hemû tade, lêdan û îşkence, para me bûn bi hev re.
Di sala 1989an de, piştî ku Saddam ji Kuwêytê vekişiya, êrîş anîn ser gund û bajarên Başûrê Kurdistanê. Di serma wan çiyayên Kurdistanê de, nêzî 1,5 milyon Kurd, bi jin, zarok, kal û pîran ve — pirên wan xwas û bi cil û bergên kêm — koçî van çiyan bûn û li ser sînorê Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk ew sekinandibû. Televizyonan gelek dîmenên biêş, di nav nûçeyan re, didan. Em hemû di koxuşê de, bi hêsiran, li van nûçeyên Kurdan temaşe dikirin.
Yekî ji çepên Tirk rabû ser xwe û got: “Hûn dibînin çi tê serê we; hûn misteheq in. Dema ku hûn bi emperyalîstên Amerîkî re bixebitin, ev para we ye; de bikişînin!” Em li wî çepgirê Tirk vegeriyan ku bersiva wî bidin. Hema Xalê Mehdî xwe ji ranzê avêt jêr û got: “Ulan barbar no! Hûn dijminê milêtê Kurd in; navê we çepgir e, lê wîjdan û xîret jî bi we re tine. Li hember van dîmenan hûn hîn jî van hesaban bimeşînin. Hûn ew barbar in û we nesîbê xwe ji mirovatiyê jî negirtiye.”
Êdî me dev ji wî çepgirê Tirk berda û em hatin, li dora Xalê Mehdî kom bûn.
Mirinê, di dîrokê de, her pişta me şikandiye û kesayetiyên me, yek bi yek, kom bi kom, ji me girtine û birine.
Bila serê milêtê Kurd, hevalbendên Xalê Mehdî, dostên wî û Farqîniyên Kurdperwer, birayên wî sax bin.