Tuncer Bakirhan: Me hinek Elewî ji kolanan anîn û kirin parlamenter

Tuncer Bakirhan: Me hinek Elewî ji kolanan anîn û kirin parlamenter

Axaftina Abdullah Öcalan a di derbarê peymana navbera Yavuz Sultan Selim û Îdrîsê Bîtlîsî de, di navbera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û hin derdorên Elewî de bû sedema polemîk û genşeyeke tund.

Genşerî piştî wê yekê dest pê kir ku Öcalan têkiliya dîrokî ya navbera Yavuz Sultan Selim û Îdrîs-î Bitlisî wekî “modelek hevpeymaniya dîrokî” bi nav kir û diyar kir ku ev tifaq bûye sedema vekirina deriyê Rojhilata Navîn. Piştî van daxuyaniyan, 53 rewşenbîr, nivîskar û kesayetên Elewî daxuyaniyeke hevpar bi sernavê “Daxuyaniya Rewşenbîrên Elewî” belav kirin. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî vê referansê hat dan û ev hevpeymanî wekî “kevnar û xwînî” hate wesfkirin.

Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakırhan di hevpeyvînekê de bersiveke tund da vê daxuyaniyê û nîqaşên li ser gotinên Öcalan wekî “sabotaj” bi nav kir. Bakırhan destnîşan kir ku rastbûna wê nivîsa ji Öcalan re hatî veqetandin nehatiye piştrastkirin û got: “Girtina hevokekê ji nivîsek neverastkirî û afirandina wê têgihîştinê ku em li dijî Elewiyan in sabotaj e. Hevserok, parlamenter û hevşaredarên me Elewî ne. Siyaseta me bi qasî ku Kurd e, ewqas jî Elewî ye. Kes nikare me li ser Elewîtiyê biceribîne.”

Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser rola siyasetmedarên berê yên partiyê ku di bin daxuyaniyê de îmzeya wan heye û rexneyên tund li wan girtin. Bakırhan diyar kir ku hin kes ji bo berjewendiyên siyasî û bidestxistina meqaman tevdigerin û got: “Di nav îmzekeran de kesên ku me ji kolanan hildan û kirin parlamenter jî hene. Heke rexnekirina Birêz Öcalan pêncera rewşenbîriyê be, bila biborin, êdî kes vê helwestê qebûl nake.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Hevserokê Partiya DEMê bêyî ku nav bide, yek ji îmzekerên daxuyaniyê ku berê di kevneşopiya partiyê de wekî parlamenter û wezîr kar kiribû, rasterast kir armanc. Bakırhan anî ziman ku gelê Kurd bêyî cudakariya mezhebî dergeh bo hemû aliyan vekiriye û diyar kir: “Gelê Kurd te kir wezîr ji ber ku tu Elewî yî. Di her serdemê de partiya me piştgirî daye Elewiyan û parlamenterên Elewî ji bajarên wekî Sêrt, Êlih û Amedê hatine hilbijartin. Heta îro tu Kurdekî negotiye ‘çima ev Elewî hat û hate hilbijartin’, cudakarîyeke wisa di nav me de tune ye.”