Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) îro Yekşemê, 6’ê Îlona 2026’an, Kongreya xwe ya 5’emîn a Asayî li Enqereyê li dar dixe. TÊ çaverêkirin ku ev kongre bêyî guherînên kûr û bingehîn bi rê ve biçe û bibe gavê amadekariyê bo kongreyeke mezintir ku tê plankirin di bihara sala 2027’an de pêk bête.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzîkî DEM Partiyê hatine wergirtin, di kongreya îro de guherînên lezgîn di rêveberiyê de çênabin û tê texmînkirin ku Tuncer Bakirhan û Tûlay Hatîmoğullari careke din wekî hevserokên partiyê bên hilbijartin.
Plana Ji Bo Bihara 2027’an û Guherîna Navê Partiyê
Li gorî nexşerêya siyasî ya partiyê, kongreya mezin a biryardar dê di bihara sala 2027’an de bête kirin. DI wê kongreyê de tê çaverêkirin ku navê DEM Partiyê bibe “Partiya Komarî ya Demokratîk”. HErwiha tê destinîşankirin ku di astên bilind ên rêveberiya partiyê de ji bo wan rêberên PiKKê yên ku ji Qendîlê an Ewropayê vedigerin Tirkiyeyê cih bête veqetandin.
Di çarçoveya van guherînan de, berê jî di nîqaşên siyasî de hatibû diyarikirin ku îhtîmaleke mezin heye ku Selahattin Demirtaş û Leyla Zana bibin hevserokên nû yên Partiya Komarî ya Demokratîk.
Sînorê Qanûnî û Pêvajoya Rêxistinî
DEM Partiyê kongreya xwe ya asayî ya dawiyê di Cotmeha 2023’an de li dar xistibû û di wê civînê de navê xwe ji “Partiya Çep a Kesk” guherandibû bo “DEM Partî”. LI gorî Qanûna Partiyên Siyasî yên Tirkiyeyê, divê partiyên siyasî di nav demên diyarkirî yên qanûnî de kongreyên xwe yên asayî pêk bînin da ku hebûna xwe ya qanûnî biparêzin.