Li Qamişloyê xwendevanan dibistan boykot kirin: “bê ziman jiyan nabe”

Li Qamişloyê xwendevanan dibistan boykot kirin: "bê ziman jiyan nabe"

Xwendekarên dibistanan li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, di bertekeke tund de dijî biryara dawî ya Hikûmeta Sûriyeyê ya derbarê kêmkirina waneyên zimanê Kurdî de, dergehên polan girtin û dest bi çalakiya boykotê kirin.

Xwendekaran biryara Şamê ya ku tenê 3 saetan ji bo dersa Kurdî terxan dike, wekî “bêdadî û biçûkxistina nasnameya neteweyî” pênase kirin û ragihandin ku heta zimanê Kurdî li Sûriyeyê wekî zimanekî fermî yê duyem neyê naskirin, ew venagerin polên xwendinê.

“Ziman Ne Tenê Waneyek e, Nasnameya Me Ye”

Di daxuyaniya girseyî de ku ji aliyê nûnerên xwendekaran ve hat xwendin, biryara nû ya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi temamî hat redkirin. Xwendekarên ku di daxuyaniyê de xwe wekî “ciwanên berxwedêr ên civakê” dan nasîn, bal kişandin ser rola bingehîn a zimanê dayikê û wiha gotin:

“Ziman ne tenê waneyeke asayî ye di bernameyê de; ziman deng, hebûn û nasnameya miletî ye. Ma mimkun e ku nasnameya gelekî di nav 3 saetên heftane de bête parastin? Em li dijî fêrbûna zimanên biyanî nînin, lê em qet qebûl nakin ku zimanê me yê dayikê bibe mijareke vebijêrk an jî duyemîn.”

Daxwaza Sereke: Naskirina Fermî û Hevpar

Daxwaza sereke ya xwendekar û çalakvanan ew e ku zimanê Kurdî li seranserê Sûriyeyê bikeve çarçoveya destûrî û li kêleka zimanê Erebî di hemû qonaxên perwerdeyê de wekî zimanekî fermî cih bigire.

Xwendekaran bi dirûşma naskirî “Bê ziman jiyan nabe” peyameke zelal da desthilatdaran û tekez kirin ku ew ê rê nedin ti kesî derbasî refan bibe heta ku ev biryar bi tevahî neyê betalkirin.

Ev çalakiya boykotê û helwesta xwendekaran nîşana qonaxeke nû ya rûbirûbûnê ye di navbera nifşê nû yê herêmê û sîstema perwerdeyê ya ku Şam hewl dide li herêmê bisepîne.