PKKeya hilweşyayî nerazîbûna xwe li ser “Qanûna Çarçûveyê” ya ku PKKe bi tevahî weke terorîst naskirî îlan kir.
PKKê ku navê “Tevgera Apoyî” li xwe kirîye, piştî derbasbûna yasayê li parlamentoyê ji nûve rêberên wê yek bi yêk li medyayê derdikevin û dibêjin ev yasa ne temame, li demekê wan dikarî bû di dema amadekirina yasayê de ku hêjan pirojeyasa bû nerazîbûna xwe îlan bikin.
Ev jî hewleke din ya PKKê ye bo xapandina gel ku dixwaze bibêje em li djî vê yasayê ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu derbarê “yasaya çarçoveyê” û pêvajoya çareseriyê de destnîşan kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rasterast bi civakê re bicive û pêvajo bi şêweyekî zelal bi rêve biçe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu beşdarî bernameyeke televîzyona Medya Haberê bû û bal kişand ser qonaxa nû ya taybet bi yasaya çarçoveyê. Karasu diyar kir, derketina yasayê destpêkek e, lê ya girîng pratîkkirina wê û avêtina gavên berbiçav e.
Mustafa Karasu destnîşan kir, ji bo pêvajo bi pêş ve biçe, divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikeve dewrê û wiha got: “Pêdivî heye ku birêz Ocalan rasterast bang li civaka Tirkiyeyê û civaka Kurd bike. Divê rê bê vekirin ku ew ramanên xwe bi hêzên demokrasiyê û derdorên siyasî re parve bike.”
Karasu her wiha destnîşan kir, pêvajoyek ku bi azadiya Ocalan bi encam nebe, nabe pêvajoyeke temam û serkeftî.
Karasu rexne li awayê sepandina yasayê girt û diyar kir ku ev yasa ne bi tenê ji bo aliyekî ye: “Ev yasa rasterast peywendiya wê bi me û hemû hevalên di bin rêveberiya me de heye. Lê em dibînin ku birêz Ocalan, rêveberiya me û hejmareke mezin a kadroyên me di nav vê yasayê de cih nagirin. Ev pirsgirêkek cidî ye. Divê her kes li gorî karakterê vê pêvajoyê nêz bibe.”
Mustafa Karasu amaje bi wê kir ku PKK’ê di biryarên xwe yên dîrokî de her gav rola sereke daye Ocalan û got: “Me her dem gotiye: Çi di dema hilweşandina PKK’ê de, çi di dema bidawîkirina têkoşîna çekdarî de, me diyar kiriye ku ‘Ocalan vê pêvajoyê birêve dibe’. Biryarên me di bin înisiyatîf, kontrol û rênîşandana wî de ne.”
Li ser pirsa rawestana çûnûhatinên Îmraliyê piştî derketina yasayê, Karasu wiha bersiv da: “Hêviyek hebû ku piştî yasayê rewşa Ocalan biguhere; bi çapemeniyê re, bi ronakbîran re û bi tevgera me re têkiliyê dayne. Lê em dibînin ku di vî warî de pêşketinek nîne. Ev pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye, ne tenê ya partiyekê ye. Ji ber wê, divê pêvajo ji ya berê şefaftir bibe.”