Hevserokên DEM Partiyê ji Serok Barzanî re sersaxî xwest

dem-serok-barzani-info

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji ber koça dawî ya Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ji malbata Barzaniyan û gelê Herêma Kurdistanê re sersaxî xwest.

Hevserokên DEM Partiyê ji ber koça dawî ya mezinê malbata Barzaniyan peyama sersaxiyê weşand.

Hatîmogullari û Bakirhan di peyama xwe de ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê re sersaxî û hêviya sebrê xwestin.

“Wî mîrateke mezin li pey xwe hişt”

Di peyamê de hat diyarkirin ku Şêx Ebdulwehîd neviyê Şêx Ebdulselam Barzanî ye û endamekî bi rûmet ê malbata Barzaniyan e û di dîroka Kurdan de cihekî taybet girtiye û wiha hat gotin:

“Şêx Ebdulwehîd dê bi nav û bîranîna xwe bijî. Wî mîrateke mezin û bîranîneke manewî li pey xwe hişt ku dê her tim bi rêzdarî were bibîranîn.”

Di peyamê de ji bilî sersaxiyê wiha hat gotin:

“Ev ne tenê êşa malbatekê ye. Ev êşa me hemûyan e. Di rojên dijwar de êşa me yek e.”

Hatîmogullari û Bakirhan peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Xweda rehma xwe li Şêx Ebdulwehîd bike û cihê wî bihuşt be.”

Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî 4ê Îlona 2026an ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.