Kîjan Rêvebirên PKK ê çûne Îmraliyê? Çima hevdîtin têne veşartin?

Li Îmraliyê trafîkek mezin a hevdîtinan dimeşe. Cemil Bayik, Duran Kalkan, Sabrî Ok, Bese Hozat, Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed û berpirsên din ên asta navîn çûne Îmraliyê. Rêveberên payebilind ên PKKê yek bi yek diçin Îmraliyê û bi Evdila Ocalan re li ser maseyê rûdinin.

Herî dawî Cemîl Bayik jî, ku di Kanûna 2025 de red kir ku biçe Îmraliyê û got “Serok dînûhar bûye” ji tirsa kuştinê paşve gav avêt, neçar ma ku biçe ser mêza Ocalan birûne. Gelo haja kî ji vê trafîkê Îmaralîyê heye? MÎT Tirk dizane, Konseya Ewlekariya Neteweyî a Tirk dizane, wezareta Navxweyî a Tirk dizanin, Serokên payebilind ên PKKê yên li Qendîlê dizanin.

Gelo ji kê tê veşartin? Ji gelê Kurd!

Kurd ji biryarên li ser çarenûsa wan tên girtin, ji danûstandinên ku li pişt deriyên girtî dimeşin bêxeber in. Ji ber ku lîstikek mezin û xeternak bi çarenûsa gelê Kurd re tê lîstin.

Ocalan xiyanetekê welê organîze dike ku ne tenê pêşeroja Kurdên Bakur, lê di heman demê de pêşeroja Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî pêşkêşî hêzên dagirkerên Kurdistanê dike. Û niha, ji bo veşartina vê xiyaneta xwe ya mezin, ew danûstandinan vedişêrin. Ew axaftin-peymanên ku hatine kirin vedişêrin.

Di demekê de ku ji raya giştî re dibêjin “tenê hejmareke sînordarkirî ya kadroyan dê ji pêvajoyê sûd werbigirin”, lê di paşxaneyê de, tevahiya serkirdeyên rêxistinê hêdî hêdî dikevin nav pêvajoyê.

Dewlet stratejiya xwe dişopîne û serkirdeyên PKKê hewl didin ku pêşeroja xwe misoger bikin. Di vê navberê de, Rojava firotin dewleta Sûriyê, û hewildidin Şingalê jî bi firoşin dewleta Iraqê . Û di demekê wiha bazarê sîyasî germ û li ser çarenûsa wan bazar tê kirin, lê mixabinî ve haja gelê Kurd pê tune.

Îradeya Kurdan li ser van maseyên ku li ser çarenûsa wan hatine danîn nayê hesibandin. Ev pêvajoya danûstandina, ku li pişt deriyên girtî tê meşandin, beşek ji lîstikekê ye ku dê pêşeroja Kurdan tarî bike. Lê rastî nayê veşartin!