Piştî karesata agirê girtîgehê, Mezlûm Ebdî gihîşt bajarê Kobaniyê

Piştî karesata agirê girtîgehê, Mezlûm Ebdî gihîşt bajarê Kobaniyê

Şêwirmendê Serokê Sûriyeyê bo Karûbarên Kurdî, Mezlûm Ebdî, ji bo ji nêz ve rawestana li ser aloziyên dawî û karesata girtîgehê gihîşt bajarê Kobaniyê.

Serdana Mezlûm Ebdî piştî wê karesata giran tê ku berbanga îro di encama derketina agirekî mezin de li girtîgeha bajêr rû da. Di vê bûyerê de 8 girtiyan canê xwe ji dest da û zêdetirî 20 kesên din jî ji ber birînên şewatê û xeniqîna bi dûmanê bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, Mezlûm Ebdî ji bo şopandina sedemên vê karesatê, rewşa girtîgehê û bûyerên dawî yên li bajêr, bi aliyên pêwendîdar û berpirsên ewlehiyê re civîneke berfireh pêk aniye. Her wiha hatiye ragihandin ku ji bo parastina ewlehiyê, qedexeya çûnûhatinê heta 72 saetên din li nava bajarê Kobaniyê hatiye dirêjkirin.

Sedem û Pêvajoya Aloziyan

Çirûska sereke ya van aloziyan şeva Pêncşemê, 10ê Îlona 2026an dest pê kir; dema ku ciwanekî bi navê Sîpan Hiznî (endamê lîwayeke artêşa Sûriyeyê û şervanê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk – HSD) ji aliyê çend kesan ve bi awayekî hovane hate kuştin.

Kuştina Sîpan Hiznî bû sedema berteke mezin a civakî û li Kobanî, Qamişlo û çend bajarên din ên herêmê pêleke berfireh a xwepêşandan û nerazîbûnan li pey xwe anî.

Li bajarê Kobaniyê, destwerdana hêzên ewlehiyê ya ji bo belavkirina xwepêşanderan bû sedema derketina alozî û pevçûnan. Li pey vê yekê, ji bo parastina aramiya bajêr qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin û dest bi girtina jimareyek ciwanên nerazî hat kirin.

Rageşî derdora saet 02:00ê berbangê gihîşt lûtkeyê; dema ku hêzên ewlehiyê biryar da beşek ji ciwanên girtî ber bi zindanên bajarê Helebê ve veguhêzin. Girtiyan li dijî vê biryarê nerazîbûneke tund nîşan da û di nava girtîgehê de alozî derket. Di encama vê aloziyê de, piştî ku agir bi doşekan ket, pêtên agir bi lez di nava hemû avahiyê de belav bûn û karesata giran rû da.