Serokê partiya Tevgera Neteweperest ya Tirkiyeyê MHPê, şertên sivikkirî yên ji bo Abdulla Ocalan piştrast dike û ragihand ku li girava Îmraliyê cihek bo wî tê çêkirin.
Dewlet Bahçeli ku bi endazyarê pêvajoya Tirkiyeya bê teror tê naskirin derbarê vîlaya ku bi Ocalan hatîye dan axivî û got: “li girtîgeha Îmraliyê, cihê ku Ocalan lê tê ragirtin, ji bo sivikkirina şertên wî û hêsankirina pêwendîya wî ya bi cîhana derve re, xaniyek hatiye çêkirin”.
Bahçelî diyar kir ku ew ne “vîlla”ye, lê xaniyekî bi mezinahîya nêzîkî 250 metraye ku dê ji bo Ocalan hatiye avakirin. Wî got: ev xaniyê nû dê rê bide serokê PKKê ku bi hêsanî bi cîhana derve re têkiliyê deyne, nemaze dema ku peyamên xweyên derbarê pêvajoyê de ji raya giştî re radgihîne.
Mijara çêkirina vîlayê ji boy Ocalan li Tirkiyê bûye cihê nîqaşê û rexnegrên pêvajoya “Tirkyeya bê teror” zû dest bi rexnekirina Bahçeli kirin û îdîa kirin ku Ocalan, tevî sûcên xwe yên berê, dê li girava deryaya Marmarayê jiyaneke luks derbas bike.
Çend rojan berê, parlamenterê berê yê AKPê Şamil Teyyar li torên civakî bêtir agahî parve kirin û got: xaniyê ku Bahçeli behis kirîye vîlayek du qatîye ku ji bo jiyan û xebata bi hev re hatiye çêkirin.
Vîla bi tevahî 250 metreçargoşeye û bi baxçeyek ku ji du qatan zêdetire dorpêçkirîye. Avahî her wiha bi binesazîya teknolojîka wekî girêdana înternêt û vîdyoyê bi tevahî hatiye saz kirin.
Teyyar got ku Ocalan hîn bi tevahî nehatiye veguhastin bo wî cihî, lê ew wê ji bo karê xwe yê nivîsgehê bikar tîne.
Hêjayî gotinê ye, daxwaziyên Ocalan yên ji bo guhertina statuya wî ya yasayî û îdarî ji aliyê serokkomar Recep Tayîp Erdogan ve hatine red kirin, û Erdogan dibîne ku berî avêtina her gavên pratîkî, bêçekkirina rêxistinê pêwîste.