Bi sedan xwendekar, mamoste û malbatên wan li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û nerazîbûna xwe li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê nîşan dan. Beşdaran daxwaz kir ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî û sîstema perwerdeyê ya temamî bi zimanê dayikê bête pejirandin.
Xwepêşandan îro 22ê Îlona 2026an li Yarîgeha Şehîdên 12ê Adarê ya li Qamişloyê dest pê kir. Beşdaran bi hilgirtina dirûşma “Zimanê me, nasnameya me ye”, helwesta xwe ya li dijî biryara dawî ya Şamê anîn ziman ku xwendina zimanê kurdî tenê bi sê waneyên hefteyî sînordar kiriye.
Di xwepêşandanê de dayikên xwendekaran tekez kirin ku fêrbûn û xwendina bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û divê ev maf di destûra nû ya welat de cîh bigire. Dayikekê diyar kir ku zarokên wan bi salan e bi zimanê kurdî perwerdeyê dibînin û got: “Piştî ku zarokên me heta astên bilind bi kurdî xwendine, êdî ne gengaz e ku perwerdeya bi temamî bi erebî li ser wan bête ferzkirin.”
Xwendekarên beşdarî çalakiyê bûne jî dan zanîn ku ew ne li dijî zimanê erebî ne, lê daxwaza wan ew e ku hemû babetên zanistî û perwerdeyî bi kurdî werin dayîn. Xwendekaran bal kişand ser wê yekê ku piştî 11 salan perwerdeya bi kurdî, derbasbûna rasterast a bo sîstema bi erebî dê bibe astengiyeke mezin di rêya pêşeroja wan a akademîk de.
Ev berteka gel piştî daxuyaniya Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdulrehman Turko hat, ku ragihandibû li gorî fermana hejmar 13 a sala 2026an, zimanê kurdî wek “zimanekî niştimanî” tê naskirin û tenê heftane bi rêjeya 3 waneyan li dibistanên deverên kurdî tê dayîn.
Lê belê, xelkê herêmê, rêxistinên sivîl û xwendekar vê pêngava Şamê pir kêm dibînin û daxwaz dikin ku sîstema perwerdeyê ya temamî bi kurdî bête parastin û pejirandin.