PKKe çima wêneyê kurrê Uveyşê dixe di nava wêneyên gerîlayên şehîd de !!

Xapo-Eweysh-info

PKKeya helweşiyayî hewil dide bi rîya “gerîlayên şehîd” nav û dengiya kurrê Uveyşê rizgar bike û rûyên wî yên reş spî bike, ev rêxistin ji damezrandina xwe û heya roja me ya îro bi wêneyên ciwanên xapandî û melefa şehîdan bazirganiyê dike, ji axaftina Ocalan a ku dibêje: “bila wekî keran xwe biparêzin” heta danana wêneyî wî di nava wêneyên şehîdan de; rastîya sextekarîya vê rêxistina dije kurd û serokê wê yê tirisnokê teslîbmûyî careke din nîşan dide.

Wêneyê Xapoyê kurrê Uveyşê di nava wêneyên gerîlayên şehîd de heqareteke dine PKKe di mirinê de jî li wan ciwanên belengaz dike.

PKKê di tevahîya dîroka xwe de ciwanên kurdan bi navê azadîya Kurdistanê xapandine, zarok revandin berê wan da mirinê û di mirina wan de jî sûd werdigre û bangeşê bi wêneyên gerîlayên şehîd û malbatên wan dike, taybet dema rêxistin dikeve tengasiyê.

Abdulla Ocalan jî dema ku gerîlayan li çiyayên Kurdistanê can dida û bi cesaret li himberî mirinê di sekinîn, ew di vîla û apartmenên Şamê, Helebê û Lazqiyê de jiyaneke lukus derbas dikir.

Xapo yê kurê Uveyşê ku careka bi tenê jî lingê wî neket çiya û nizane tifengê bigre û yek fîşek neteqandîye, wî gelek caran gerîla bi ker nav kirine, mînak dema di pexşa kenalê Med Tv yê de bi telefonê tevlî bûy digo: “bila wekî kera xwe biparêzin, me ew perwerde kirine” mebesta Ocalan ew gerîla bûn yên ku li ser destê artêşa Tirkiyê dihatin qetil kirin.!!

Piştî îro rastîya PKKê û Ocalan bo her kesî weke çavê rojê aşkere bûy, êdî her kurdek dizane û fêm dike ku tişta vê rêxistnê û rêberê wê kirî ne ji boy kurd û Kurdistanê, belku tam li djî kurd û Kurdistanê bû, loma jî Xapo û rêxistina xwe ketine ber pêleke dijwar ya bertek û rexneyên gel.

Îro PKKeya hilweşyayî ji bo ku van bertekên gel û rexneyên ji sedema “entegrasyon û komarparêzîya Ocalan” li ser xwe û kurê Uveyşê sivik bike, melefa şehîdan danaye ser maseyê û her çend rojan merasîmeke bîranîna refeka şehîdan organîze dike, PKKe bi rûqaymî ve wêneyên kurrê Uveyşê jî dixe nava wan ciwanên belengaz de, ciwanên ku dewlet serê Xapo û PKKeya wî jiyana wan jê hatîye sitandin.