Kurdistan 9emîn salvegera referandûma serxwebûnê bi bîrtîne..

referandom-9-net

9 sal li ser “referandûma serxwebûna Kurdistanê” derbas dibin, di 25î Îlona 2017an de, gelê Başûrê Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî bi tevahî biryar derbarê çarenûsa xwe dan û 93% a gel ji serxwebûnê re gotin BELÊ.

Di 7î Xizîrana 2017an de, nûnerên partiyên siyasî yên di nava parlamentoya Kurdistanê de û bi amadebûna serok Barzanî, her wiha cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîr û serokê komisyona hilbijartinan a Kurdistanê, biryara encamdayîna referandûmê hat girtin û encûmena bilind a referandumê hat pêkanîn û her yek ji nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKe), Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê (YNKe), Yekgirtû a Îslamî, Tevgera Îslamî, Partiya Zehmetkêşan, hizba Şiyoî û partiya sosiyalist di wê encûmenê de cih girtin.

Her di wê civînê de, roja 25ê Îlona 2017an wek roja encamdayîna referandumê li herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî hat diyarkirin û tevahiya partî û aliyên siyasî encamdayîna referandûmê pejirandin.

10 rojan berî encamdayîna referandumê û di 15ê îlona 2017an de, parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan referandûm pejrand, komisyona rapirsî û hilbijartinan serperiştiya birêveçûna referandûma serxwebûnê kir.

Biryara encamdayîna referandûmê, qûnaxeke din a girîng a xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû, bi teybet ku tevahiya aliyan piştgirî lê kirin û soz dan ku bi hemû karînên xwe kar ji bo serxistina pêvajoya referandûmê bikin.

Girîngiya zêdetir a biryara referandûmê di wê de derket ku netenê li Herêma Kurdistanê, lê belê li navçeyên Kurdistanî bê kirin. Ev referandûm jî bi piştbestina bi binemayên mafê çarenûsî a gelane ku mafekî rewaye û ji hêla komeleya giştî a Netewên Yekbûyî ve hatiye naskirin û herêma Kurdistanê jî hemû teybetmendiyên wê yên wek xak, ziman, kultûr û dîrok hene ku biryarê li ser çarenûs û pêşeroja xwe bide.

Roja 25ê îlona 2017an bi rêbertiya serok Barzanî, gelê Kurdistanê referandûma serxwebûnê encam da û %93 dengê “belê” dan, her çiqas bûyerên piştî referandumê, serxwebûna gelê Kurdistanê paş xist be jî, lê ev daxwaz heta niha di dil û derûna hemû Kurdan de zîndî ye.

Yêk ji ciwaniyên “referandûma Kurdistanê” ev bû ku ev “referandûm” bi yekemîn hengav tê hesab kirin ya ku bi rîya wê gelê Kurd eşkere gotî na ji boy pêkvejiyana bi zor û belê ji boy serxwebûnê.