516 malbat ji koçberên Serê Kaniyê vedigerin ser cih û warên xwe

516 malbat ji koçberên Serê Kaniyê vedigerin ser cih û warên xwe

Îro, Duşemê (5ê Cotmeha 2026an), karwanê sêyemîn ê koçberên Serê Kaniyê, ku ji 516 malbatan pêk tê, ber bi gundewarê navçeyê ve bi rê ket da ku bi yekcarî vegere ser mal û milkên xwe.

Vegera vî karwanî berê ji aliyê Komîteya Koçberkiriyên Serê Kaniyê ve ji Yekşemê (4ê Cotmehê) bo îro hatibû paşxistin.

Komîteyê di daxuyaniyekê de dabû zanîn ku ev biryara paşxistinê ji bo temamkirina hemû rêkarên teknîkî û ewlehiyê hatiye girtin, da ku piştî salên dirêj ên koçberiyê, vegera welatiyan bi awayekî ewleh û saxlem bê misogerkirin.