Malbata mamoste û çalakvanê siyasî Hesen Keleş piştrast kir ku termê beriya çend rojan li gundewarê navçeya Til Koçerê ya Rojavayê Kurdistanê hatibû dîtin, ê kurê wan e. Malbatê îro, 10ê Cotmeha 2026an, di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew ê termê wî ji nexweşxaneyê wergirin û li gundê wî yê resen Sêgirka Çolê bi xakê bispêrin.
Hesen Keleş şeva 30ê Îlona borî di nava bazara bajarokê Girkê Legê de ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatibû birin. Tevî ku çarenûsa wî çendîn rojan ne diyar ma û ti aliyekî berpirsiyariya revandina wî negirt ser milên xwe jî, di dawiyê de gundiyên herêmê termê wî li gundewarê Til Koçerê dîtin.
Hesen Erefat Keleş (jidayikbûyê 1970yî) ku nêzîkî 20 salan li dibistana Celaa ya Rimêlanê mamostetî dikir, di heman demê de endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya (PDK-S) bû.
Piştî bûyera revandina wî, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Komîteya Navendî ya PDK-Sê û mamosteyên herêmê ev kiryara terorîstî bi tundî şermezar kiribûn. Di heman çarçoveyê de di 7ê vê mehê de jî cîgirê parêzgarê Hesekê serdana malbata Keleş kiribû û ragihandibû ku saziyên pêwendîdar vê dosyeyê bi awayekî cidî dişopînin.