YBŞe tevlî sîstema ewlehî û berevaniyê ya Îraqê dibe

YPS-PKK-Iraq-info

Berdevkê YBŞê eşkere kir ku bi merema çûna nav sîstema dewletê û çareserkirina arêşeyên Şingalê, ew ligel Hikûmeta Îraqê berdewam danûstandinan dikin û gihîştine çend hevfêmkirinan.

Berdevkê Hêzên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Hadî Elyas îro Duşem, 19ê Cotmeha 2026ê, eşkere kir ku ji Sibata borî ve danûstandinên wan ligel berpirsên bilind ên ewlehî û leşkerî yên Hikûmeta Îraqê dest pê kirine, ku merem jê lihevkirineke baş e bo rêkxistin û çûna nav sîstema dewleta Îraqê.

Hadî Elyas amaje bi wê yekê jî da ku ev pêngav di xizmeta serweriya Îraqê de ye û pirsa ewlehî û rêkxistina fermî dibe bingeheke bihêz bo parastina nasname û destkeftiyên pêkhateya Êzdiyan di çarçoveya dewletê de.

Berdevkê YBŞê tekez jî kir ku arêşeyên Şingalê tenê di rehenda ewlehî de nînin, belku pirsa vegerandina koçberan, qerebûkirina welatiyan, avakirina deverê û diyarikirina çarenivîsa kesên winda û revandiyên destê DAÎŞê mijarên bingehîn in û pêdivîtiya wan bi çareseriya qanûnî û fermî heye. Herweha ron jî kir ku danûstandin ligel berpirsên Îraqê di gelek xalan de gihîştine hevfêmkirinê.

Di pareke din a axaftina xwe de, Hadî Elyas behsa wê yekê kir ku gîrobûna proseya lihevkirinê karekî asayî ye, ji ber ku ew mijar girêdayî paşeroja civakê, cografyayê, mafên jinan û dezgehên ewlehî ye. Herwesa hêvî jî xwest ku di paşerojeke nêzîk de vê proseyê di xizmeta cîgirî û serweriya Îraqê û civaka Êzdiyan de encamên erênî hebin.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) hêzeke çekdar a Êzdiyan e li devera Şingalê, ku piştî êrîşên rêxistina DAÎŞê û komkujiya Êzdiyan li sala 2014ê hatibû pêkanîn.

Di Cotmeha sala 2020ê de, Hewlêr û Bexdayê lihevkirina asayîkirina rewşa Şingalê îmze kir ku di nav de tekez li ser derxistina hemî hêzên çekdar ên derveyî sîstema dewletê û komên nêzîkî PKKê li deverê hatibû kirin. 

Di dema borî de jî Îraqê biryara qedexekirina PKKê derxist, ev yek bûye sedem ku YBŞ bizavên xwe zêde bike daku bi rêya danûstandinan wekî hêzeke fermî û qanûnî tevlî saziyên ewlehî û berevaniyê yên hikûmeta Îraqê bibe û ji gefan parastî be.