Medyaya Tirkiyê: Iraq naxwaze serokên PKKê li ser axa wê bimînin

Medyaya Tirkiyê: Iraq naxwaze serokên PKKê li ser axa wê bimînin

Di çarçoveya pêvajoya ku wekî “Tirkiyeya Bê Teror” tê binavkirin de, li gorî zanyariyên ku medyaya Tirkiyeyê ji çavkaniyên ewlehiyê hatine bidestxistin, xebatên valakirin û tunekirina stargehên PKKê bi lez berdewam dikin. Hat ragihandin ku piştî herêmên Metîna û Garê, niha jî kampên li Xakurkê tên valakirin û çekên di van navendên lojîstîkî de piştî tomarkirina krîmînolojîk tên teqandin.

Li gorî agahiyên ku medyaya Tirkiyeyê ji çavkaniyên ewlehiyê girtin e, ev pêvajo di bin çavdêriya Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MİT) û bi hevrêziya rêveberiya Herêma Kurdistanê tê birêvebirin. Piştî valakirina şikeft, nexweşxane û cihên lojîstîkî yên li herêmên ciyawaz, endamên rêxistinê berê xwe didin Herêma Qendîlê. Hat destnîşankirin ku vegera van kesan a bo Tirkiyeyê dê ji Qendîlê bi awayekî plansazkirî û bi rêya lîsteyên ku dê bidin konsulxane û ofîsên gumrikê werin kirin, û pêvajoya tunekirina şikeft û stargehan jî tê pêşbînîkirin ku heta meha kanûnê biqede.

Vebijarka Welatê Sêyemîn ji bo Serokên Rêxistinê

Di nava çarçoveya qanûnî ya ku hatiye amadekirin de, ji bo kesên ku nikarin ji efûyê sûd werbigirin û venagerin Tirkiyeyê, rewşeke nû derketiye holê. Li gorî zanyariyan, Hikûmeta Iraqê bi ti awayî naxwaze ku serok û rêveberên bilind ên PKKê li ser axa wê bimînin. Ji ber ku Qendîl jî dê bi temamî were valakirin, ji bo van kesan formula çûnê bo welatekî sêyemîn di bin çavdêriya Tirkiyeyê de tê nirxandin.

Pêvajoya Şingalê û Baregeha Başîka

Li aliyê din, xebatên valakirina Şingalê jî di bin çavdêriya rasterast a hikûmeta Iraqê de tên meşandin. Çavkaniyên ewlehiyê dan zanîn ku ev pêvajo dê bi heman rengî wekî ya li Sûriyeyê bidome û diyar kirin: “Yên li vir an dê werin Tirkiyeyê an jî dê li Iraqê bimînin. Ger ev herêm bi temamî ji terorê were paqijkirin, Tirkiye dê baregeha xwe ya li Başîka jî vala bike.” Her wiha hate gotin ku dibe ku koma yekem a ku vegera xwe bo Tirkiyeyê pêk bîne, ji herêma Şingalê be.

Statuya Abdullah Ocalan

Derbarê nîqaşên ku ka gelo Abdullah Ocalan dê di vê pêvajoyê de xwedî statuyeke fermî be yan na, çavkaniyên ewlehiyê ev agahî dan: “Ew ê xwedî roleke fermî nebe. Tiştekî wekî serokatiya Encumena Bêçekkirin û Aştiyê tune ye. Ocalan di vê qonaxê de tenê di pêvajoya hilweşandina rêxistinê de ye.”