Biryara pênc sal zîndanîkirinê ji bo Lahûr Şêx Cengî derket

Lahur-shex-cengi-info

Dadgeha Duyem a Tawanan a Silêmaniyê, derbarê Serokê Hevpeymaniya “Bereya Gel” Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad Şêx Cengî û hejmarek girtiyên din ên dosyeya bûyera “Otêla Lalezar” de cezayê girtîgehê birî.

Îro 15ê Cotmeha 2026an, li Dadgeha Duyem a Tawanan a Silêmaniyê rûniştina dadgehkirina tometbarên bûyera Hotêl Lalezarê birêve çû.

Dadgehê biryara zîndanîkirinê ji bo Lahûr Şêx Cengî, Polad Şêx Cengî, Rêbwar Hamîd Hacî Xalib, Rêbwar Qudret, Pêşewa Hesen, Rênwar Ziryan û Aras Heme Elî Serbest Mîna da.

Hûrgiliyên sizayên hatine birîn bi vî rengî ne:

– Lahûr Şêx Cengî: 5 sal û 3 meh.

– Polad Şêx Cengî: 3 sal û 6 meh.

– Rêbwar Qudret: 3 sal û 6 meh.

– Pêşewa Hesen: 3 sal û 6 meh.

– Rênwar Ziryan: 3 sal û 6 meh.

– Rêbwar Hamîd Hacî Xalib: 2 sal.

– Aras Heme Elî Serbest Mîna: 1 sal û 6 meh.

Her wiha du ji girtiyên Lalezarê yên bi navên (Keywan û Omer Şêx) bi biryara dadgehê hatine azadkirin.

Bûyerên Hotêl Lalezarê vedigerin berbanga 22ê Tebaxa 2025an, dema ku hêzên Komando û Dijeterorê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê bi ser wê hotêlê de girtin. Di wê bûyerê de piştî çar saetên şer û pevçûnên çekdarî di navbera wan hêzan û çekdarên hêza taybet a Bereya Gel de bi bikaranîna çekên giran, çendîn çekdar ji her du aliyan hatin kuştin û birîndar bûn.

Di encama wê operasyonê de, Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad û bi dehan kesên din hatin desteserkirin. Ji wê demê ve Lahûr Şêx Cengî û beşek ji girtiyên din di girtîgehê de mane.

Ev tometbar li gorî madeya 56emîn a Yasaya Cezayan a Iraqê hatin dadgehkirin, ku ev made taybet e bi “rêkeftina komekê yan çend kesan bo encamdana tawanekê yan çend tawanan bi hev re”.