Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê rexnekirina vexwendinên Dîdara MERI de daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe nîşan da ku aliyên sereke û resen ên tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di dîdarê de nehatine li ber çavan girtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku diviyabû vexwendinên ji bo Dîdara MERI li ser esasê prensîba hevsengî û giştgiriyê hatiba avakirin û tevaya aliyên siyasî yên Kurdî, di serî de jî ENKS û partiyên din, li xwe bigirta. ENKSê destnîşan kir ku paşguhkirina aliyekî siyasî yê sereke ku nûnertiya daxwazên miletê Kurd dike, peyamên nerênî dide raya giştî û xizmeta diyaloga berpirsane nake.
Di heman daxuyaniyê de, ENKSê guhdan û şopandina Baregeha Barzanî ya li ser vê pirsê û helwesta wan a ji bo rastkirina vê kêmasiyê bilind nirxand. Her wiha hate bi bîr xistin ku Baregeha Barzanî duh di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku tu pêwendiyeke wan bi Dîdara MERI 2026 re tune ye û rexne li kêmasiyên piralîtiya siyasî û nûnertiya doza gelê Kurd li dîdarê girtibû.