Baregeha Barzanî derbarê birêveçûna Dîdara MERI ya 2026an de li bajarê Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ev çalakî di warê vexwendina mêvanan de xwedî helwesteke pir alî nebûye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku cihê daxê ye ku îsal ev dîdar nekarî bi awayekî şayeste li ser pirsa vexwendina mêvanan û pêkanîna pênêlan, pirrengiya siyasî û beşdariya aliyên siyasî yên beşên din ên Kurdistanê li ber çavan bigire. Baregeha Barzanî bal kişand ser wê yekê ku di dîdareke bi vî rengî ya girîng de divê nûnertiya doza gelê Kurd li beşên din ên Kurdistanê bi beşdariya hemû aliyan bihata rengvedan.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku ev cure mamelekirin bûye sedema nîgeraniya xelkê têkoşer û resen ê beşên din ên Kurdistanê û dibe sedema kûrkirina perçebûn û nakokiyan di navbera gelê Kurdistanê de. Di dawiyê de jî hemû alî hatin agahdarkirin ku Dîdara MERI tu nêzikbûn û pêwendiyeke bi Baregaya Barzanî ve nîne.