Komîteya çekdanînê dê li vêlaya Ocalan bicive

Komite-imrali-info

Komîteya çekdanînê li rojên pêş me dê li Îmraliyê bi seroktîya rêberê PKKê Abdulla Ocalan bicive.

Li gorî agahiyên Halktv yê, yek ji komîteyên ku ji boy dewamkirina pêvajoyê ji hêla Parlamentoya Tirkiyê ve hatine pêkanîn, komîteya çekdanînê ye û Ocalan seroktîya wê dike.

Hat ragihandin ku li rojên pêş me, ev komîte dê li Îmraliyê civîna xwe saz bike, taybet di wê vîlayê de a ku ji Ocalan re hatîye avakirin.

Li gorî agahiyên Halktv yê, Devlet Bahçeli jî dê tevlî vê civînê bibe.

Destnîşankirina dem û cîhê civîna komîteya çekdanînê, hemwexta vekşîna tevahîya hêzên PKKê ji nav û sînorê Tirkiyê tê ku PKKê ev yêk li 8 Cotmehê bi daxuyaniyek fermî ragihandibû.

Ji boy pêvajoya aştiyê ku Tirkiye navê pêvajoya Tirkiyeya bêy teror lê dike, 4 komîte ji hêla parlamentoyê ve hatine pêkanîn, encumena ewlehîya navnetewey ya Tirkiyê erka bicîhkirina kar û xebatên van komîteyan digre ser xwe.

Komîteya çekdanînê Ocalan seroktîya wê dike û li rojên pêş me dê li Îmraliyê yekem civîna xwe li dar bixe.