Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) encamnameya civîna xwe ya berfireh a bi dirûşma “Dem ne dema bêhêvîtiyê ye” ku di 11ê Cotmehê de li Diyarbekirê pêk hatibû, ji raya giştî re ragihand. PSKê di daxuyaniyê de diyar kir ku çekdanîna PKKê û rawestandina şer di berjewendiya gelê Kurd de ye, lê belê nîşandana vê gavê wekî çareseriya pirsa Kurd manipûlasyonek e.
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku krîza li Tirkiyeyê encama polîtîkayên sed salî yên înkar û zextê ne û rêveberiya Tirkiyeyê bi navkirina “Tirkiyeya Bêteror” hewl dide daxwazên azadiya neteweyî yên Kurdan piştguh bike û pirseke siyasî bi terorê re bide yek. PSKê destnîşan kir ku ji bo çareseriya rastîn, divê nasnameya neteweyî ya Kurdan bi qanûnî bê nasîn, perwerdeya bi zimanê zikmakî bê misogerkirin û mafê xwerêveberiyê di nava sîstema federal de were naskirin.
Meclisa PSKê her wiha bal kişand ser geşedanên li herêmê, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir, û tekez kir ku parastina destkeftiyan di yekîtiya neteweyî û xurtkirina sazîbûna fermî ya li Başûrê Kurdistanê de derbas dibe.