Di çarçoveya lêpirsîneke gendeliyê de ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Muğlayê ve tê birêvebirin, li 13 parêzgehan li dijî Şaredariya Mîlasê operasyoneke berfireh û hevdem hat lidarxistin. Di encamê de 29 kes, di nav de Şaredarê Mîlasê Fevzî Topuz û kurê wî Doruk Topuz jî hene, hatin binçavkirin.
Lêpirsîn li ser îdiayên ku dibêjin di îhaleyan de belgeyên sexte û sertîfîkayên tecrûbeyê yên bi nirxê ji 2.5 milyar lîreyên Tirkî zêdetir hatine dayîn, tê meşandin. Operasyon ji bo girtina 35 gumanbaran li parêzgehên Muğla, Edene, Enqere, Bursa, Elazîz, Colemêrg, Stenbol, Dîlok, Kilis, Kocaeli, Manisa, Wan û Orduyê bi rê ve çû.
Rayedarên darazê diyar kirin ku lêpirsîn bi tohmetên “avakirina rêxistinekê ji bo berjewendiyan, bertîl, sextekirina îhaleyan, sextekirina belgeyên fermî û xapandina bi qestî li ser zirara saziyên giştî” tê kirin û lêpirsîna berfireh didome.