Rêxistina PKKê dê nasnameyên hejmareke mezin ya çekdarên xwe ragihîne ku di salên berê de canê xwe ji dest da ne û mirina wan veşartî hiştîye.
Murat Karayilan serkirdeyê PKKeya hilweşiyayî duh roja sêşemiyê 20 Cotmeha 2026ê ragihand ku di mehên pêş me de, dê nasnameyên sedan çekdarên din yên tevgerê werin ragihandin yên ku di salên berê de canê xwe ji dest da ne û got:
“Dê şehadetên mayî yên têkoşîna azadiyê bên ragihandin, têkoşîna ku bi pêşengîya şehîdên qehreman hate meşandin li Kurdistanê destketiyên mezin afrand” !!.
Murat Karayilan nasyar bi Cemal dibêje: “her şehîdekî dastanek afrand û ghîşt şehadetê”.
Murat Karayilan hin hincetên bêy bingeh û bê wate ji boy dereng xistina ragihandina navên şehîdên PKKê anîn ziman û got:
Weke hûn dzanin me beriya vê li Bakurê Kurdistanê nasnameyên 749 hevalan ragihand, li Bakur tazî hatin danîn. Ew di dem û cîhên cuda de şehîd ketibûn. Me gelek şehîd di wextê de îlan kir. Lê belê me hemû nikarîbû bikra. Ji ber ewlekariya hevalan muxabere hate rawestandin. Agahî dereng dihatin. Li aliyekî şer dewam bû, şehîdên nû her tim hebûn. Hin şehîd wisa man. Wê demê nehate îlankirin. Sedemê xwe ev bû. Ewlekarî bû, agahî dereng dihat û yek jî bin hev de ma, ji bo wê ev şehîdên ku di wextê de nehate îlankirin em niha radgihînin.
Karayilan derbarê şehîdên mayî dibêje: weke min got, yên Bakur me hemû ragihandin. Niha em dixwazin ên beşên din ango Rojava, Başûr, Şengalê, Rojhilat ragihînin. Ji xwe yê Rojava 19 hevalên li Dêrk, Girkê Legê hatin ragihandin û bîranîna wan çêbûye. Niha hîn 157 heval mane. Ev jî ji deverên dine.
Karayilan aşkere kir di rojên pêş me de wê bên ragihandin. Careke dinê li Şengalê 8 egîdên me hene. Yên Başûrê Kurdistanê 21 şehîdên me hene. Yên Rojhilatê Kurdistanê jî 78 qehremanên me, şehîdên me hene. Emê van di nava vê mehê û mehên pêş me de hemûyan ragihînin û bi raya giştî re jî parve bikin.
Rêxistina PKKê ji destpêka xwe ve navên çekdarên xwe yên ku berê wan dida mirinê, veşartî dihişt û paş derbasbûna salên dirêj ji nû ve dihat û di got me ewqas hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin.
Cemal îro hatîye qala lehengîya şehîdan dike û dixwaze sedemên xwe yên bêy bingeh yên dereng îlankirina nasnameyên şehîdan bi malbatên wan yên belengaz bide qebûl kirin.
Murat Karayilan dibêje: her şehîdekî dastanek afrand, belê Cemal rast dibêje, şehîdan dastan afrandin, lêbelê tenê ew û rêveberîya PKKê û rêberê wan yên teslîbmûyî man ku ti tiştek neafrandî.
Wan xwe li pişt zarok, keç û xurtên Kurdan veşart, wan berê 50 hezar ciwanan da mirinê û li dawiyê teslîm bûn, ne tenê teslîm bûn, hêvî û rica jî ji dewletê dikin ji bo ku wan efo bikin!!.
Sitema ku PKKê li ciwanên Kurdan kirî eve, ew mehkûmî du tiştan kirin, yan bi destê artêşa Tirk werin qetil kirin yan bibin qatlên Kurdan.
Cemal îro tê û qala dastanên şehîdan dike dixwaze lehengîya wan ji boy xwe û rêberê xwe hesab bike, lê di rastî de êdî gel nayê xapandin, Kurd dizanin kî şer kir, kî canê xwe feda kir ji bo ku nekeve destê dijmin û baş jî dizane kî tirsinoke û kî xwe li pişt wan lehengan veşart, ji xwe teslîmbûna we û Xapo nîqaşa her civat û her derê ye.