Gelo di dîrokê de we bihîstîye ciwanek li ser nîv kîlo şekir were gullebaran kirin!!

PKK-tawan-efrin-engizek-info

Tevgera PKKê, bi hezaran ciwanên Kurdan bêy sûc bi tuhmetên cur bi cur gullebaran kirine, yêk jê ev ciwanê ji Efrînê ye ku serpêhatîya wî bêexlaqîya herî mezin ya PKKê nîşan dide.

Gerîlayên ku PKKê ew bi bêy sûc îdam kirine nayên hejmartin, vê tevgerê li jêr sûcên weke “ajan, xayîn, hevkar û diziyê” sedan keç û xurtên Kurdan kuştine. Piştre ew weke şehîd ji malbatên wan re hatine firotin.

Îro şandina cenazeyên mirovên ku vê tevgera dije Kurd di salên berê de wê bi xwe îdam kirine ji boy malbatên wan dewam dike, ev yêk rûreşî û xerabîya herî mezin a dîroka tevgera PKKê îfşa dike.

“Murat Ulgen” bi kodnavê Şiyar ciwanekî Kurdê ji Efrînê bû, li Adara sala 1993an dema ku ew 24 salî bû di nava PKKê de bû.

Wî li çiyayê Engîzekê yê li Bakurê Kurdistanê, bêy ku efserê lojîstîkê agahdar bike, nîv kîlo şekir xist nav çenteyê xwe.

Tevgerê ew bi sûca dizîna şekirê îdam kir. Ji bo nîv kîlo şekir ew qetil kir. Piştî sala 2010an, PKKê mirina wî wekî şehîd ji malbata wî re ragihand.

Dema ku mirov vê serpêhatiyê dibihîze û van bûyerên dil bi êş fam dike, bi rastî jî mirov matmayî dimîne.

Ev sûcek pirr bê bêexlaqîye, ev asta herî berz a bê şermîya di tevgera PKKê de ye, ku li cem wê nirxa jiyana ciwanekî Kurd nîv kîlo şekir jî nebû.

Ev nîşan dide kanê çawa vê tevgera Kurdkuj bi navê “şoreş û azadiyê” bi hezaran keç û xurtên Kurdan yên bêguneh xapandine û ew kirin qurbaniyên pergalek dîktatorî û tarî, ku tê de ciwan li ser tiştek ewqas piçûk “wek nîv kîlo şekir” jiyana wî jê were standin!

Mixabin, dîroka vê tevgerê pirî ev çîrokên trajîk û veşartîye, ciwanên Kurdan yên bêguneh bi salên dûr û dirêj ev êş, ev zilim jiyan kirin, lê dayîk û babên wan ji rastîya ku zarokên wan ji hêla reqîbên xwe ve bi tuhmetên derew hatine kuştin û dûv re wekî şehîd ji malbatên xwe re hatine firotin dereng fêr bûn.

Bi rastî ev bêexlaqîya herî mezin û xeternak a di dîroka vê tevgerê de ye.