Tev şervanên YBŞê ketin bin Fermandariya hêzên Iraqê

Tev şervanên YBŞê ketin bin Fermandariya hêzên Iraqê

Li Çiyayê Şingalê îro, di merasîmeke hevpar a Artêşa Îraqê û Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de, peymana di navbera her du aliyan de bi fermî hate ragihandin. Bi vî rengî, dawî li têkiliya leşkerî ya serbixwe ya YBŞ û YJŞyê hat û 4 hezar û 165 şervan bûn beşek ji pergala ewlehiyê ya federal a Îraqê.

Di merasîmê de ku Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê, Parêzgarê Nînowayê, rayedarên leşkerî û fermandarên YBŞ-YJŞyê amade bûn, daxuyaniyên fermî hatin xwendin. Daxuyaniya fermandariya YBŞyê ku ji aliyê Tîrêj Şingaliyê ve hat xwendin, bal kişand ser parastina rûmeta gelê Êzidî yê ku di Tebaxa 2014an de bi komkujiya DAIŞê re rûbirû mabû. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku YBŞ û YJŞ ji nav êşa jenosîdê derketine, 530 şehîd dane û piştî têkbirina DAIŞê, wan yekem car alaya Îraqê li Şingalê hildaye.

Berdevkê Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê Sabah Numan jî di merasîmê de axivî û ev pêngav wekî gaveke girîng ji bo serweriya dewletê û kontrolkirina çekan binav kir. Fermandariya YBŞyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku serkeftina vê peymanê girêdayî bicihanîna xalên wê ye, bi taybetî çareserkirina şopên jenosîdê, eşkerekirina çarenûsa windayan, avedankirina herêmê û xurtkirina rola saziyên sivîl û rêveberiya xwecihî ya Şingalê.