Dadgeha Federal a Îraqê daxwaza hilweşandina Parlamentoya Kurdistanê red kir

Dadgeha Federal a Îraqê daxwaza hilweşandina Parlamentoya Kurdistanê red kir

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê di rûniştina xwe ya îro, Duşemê (26ê Cotmeha 2026an) de, giliya parlamenterê berê Elî Heme Salih a di derbarê nedestûrîbûna berdewamiya gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê de bi temamî red kir.

Gilînameya bi hejmara “211/Îttîhadî/2026″—ku rûniştina wê berê ji 20ê Îlonê bo îro hatibû paşxistin, serokê bi temen ê Parlamentoya Kurdistanê dikir armanc. Elî Heme Salih daxwaz kiribû ku dadgeh berdewamiya xebatên parlamentoyê nedestûrî bi nav bike û aliyên peywendîdar neçar bike ku biryara bidawîanîna vê gerê derbixin. Lê belê, Dadgeha Federal giliyê wî yekalî kir û tekez kir ku hebûna parlamentoyê destûrî ye.

Biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê yên li ser qanûnîbûn û rewatiya dezgehên Herêma Kurdistanê bandoreke rasterast û girîng li ser sîstema siyasî û yasayî ya Herêmê dikin.