Tevgera ku bi salan e bi dirûşmên “serhildan”, “berxwedan” û “serkeftinê” li ser pişt û xwîna ciwanên Kurd xwe mezin kiriye, dema ku rûpelên dîrokê û rastiya qadê tên vekirin, tê dîtin ku di bingeha xwe de ne a berxwedanê, belkî a “teslimbûnê” ye. Ev rastî îro ji her demê bêtir li ber çavan e. Ew kesên ku xwe bi salan wekî “Apocî” û parêzvanên mafên gelê Kurd didin naskirin, divê êdî bi rastiya xwe ya rasteqîn werin naskirin û nîşandan: Ew ne tevgera berxwedanê, ew “Tevgera Teslimciyan” in.
Zincîra Teslîmiyetê Li Hemû Perçeyên Kurdistanê
Ji ber ku PKKê di dirêjahiya dîroka xwe de, li şûna ku ax û mafên gelê Kurd biparêze, her der û her destkeftî radestî dewletên dagirkerên Kurdistanê kiriye. Deftera vê xiyanetê û radestkirinê gelekî dirêj e: Bakurê Kurdistanê bi tevahî û beşek ji Başûrê Kurdistanê radestî Tirkiyeyê kirine; Rojava radestî rejîma Sûriyeyê kiriye; Şingal radestî Iraqê kiriye û niha jî dixwazin beşê mayî yê Başûrê Kurdistanê bi temamî teslimî rêveberiya Bexdayê bikin. Her wiha bi heman awayî, armanc dikin ku Rojhilatê Kurdistanê jî di bi navê Entegrasyona Demokratîk de bi heman derdî re rû bi rû bihêlin û radestî Îranê bikin.
Ji Kenyayê Heta Balafirê: Dîroka Teslîmiyetê ya Ocalan
Ev meseleya teslîmbûnê û bêwatebûna behskirina “berxwedanê” ne tiştekî nû ye; ew di jiyan û kesayetiya serokê vê tevgerê de ji roja ewil ve heye. Dema ku li Kenyayê di sala 1999an de dixwestin serokê PKKê desteser bikin, wî bêyî ku bi qasî serê derziyê li ber xwe bide an fîşekekê jî biteqîne, bi rengekî herî hêsan xwe teslimî hêzên ewlehiyê kir. Ne tenê ev; dema ku parêzvana wî a dilsoz di wê demê de bi fikar jê re gotibû: “Serokê min, debançeyê bigire û li ber xwe bide, em nikarin bi vî rengî teslîm bibin,”Ocalan bi awayekî ku rûmeta berxwedanê binpê dike bersiv dabû û gotibû: “Ez berxwedaneke klasîk nakim!”
Helwesta wî ya di dema girtinê de nepeniya vê rastiyê eşkere dike. Her wiha dema ku di balafirê de ji bo Tirkiyeyê dihat veguhestin, bêyî ku zillehek li rûyê wî bikeve, bi tirs û bi armanca xilaskirina canê xwe ji nûnerên MİTê re gotibû: “Li min nexin, diya min Tirk e, ez ji bo xizmeta dewleta Tirk amade me.” Ev gotin û helwest nîşan didin ku ji roja ewil ve armanc ne parastina doza neteweyî, belkî parastina berjewendiyên şexsî bûye.
Ev zincîra teslîmiyetê nîşan dide ku PKK û serokatiya wê ne tenê ji doza neteweyî dûr ketine, lê bi eşkereyî bêy ku şerm û fedî bikin xiyanetê li gelê Kurd dikin û vê xîyanetê weke welatparêzî pêşkêşî gelê kurd dikin.
Di dîroka vê rêxistinê de gelek kes bi navê “îtîrafçîtiyê” hatine tawanbarkirin û weke xayîn hatine nîşandan. Lê belê îro divê were zanîn ku ne pêwîst e mirov li kesên din binêre da ku navê “îtîrafçiyê herî mezin” lê bike; nedibû ku navê kesên wekî Şemdîn Sakik weke îtîrafçiyê mezin were ragihandin, ji ber ku îtîrafçiyê here mezin, xayinê here mezin û mîmarê vê teslîmiyeta dîrokî Ebdullah Ocalan bi xwe ye.
Rêxistineke ku bi salan çavkaniyên mirovî û zindî yên vî gelî ji bo armancên xerîp bikar anî û di encamê de hemû destkeftiyên Kurdistanê li ser maseyên bazirganiyê pêşkêşî dagirkeran kir, êdî nikare vî rûyê xwe yê reş gemar û neşirîn veşêre. Gelê Kurd divê êdî rastiya vê “Tevgera Teslimciyan” bibîne û li hemberî vê sîstema xiyanetê helwesteke neteweyî, hişyar û bi rûmet nîşan bide.