Pervîn Buldan: Ocalan li benda destpêkirina xebatên xwe yên fermiye

Pervin Buldan-Net

Endama şandeya Îmraliyê ya Partîya Wekhevî û Demokrasyê ya gelan ragihand; Ocalan li benda destpêkirina xebatên xwe yên fermiye û got ku ocalan derbasî cihê xwe yê nû bûye.

Pervîn Buldanê îro roja yekşemî 1î Mijdara 2026ê li Enqerê di roja duyemîn ya konferansa “Jin mil bi mil paşerojê daxivin” de axivî û rûdanên dawî yên pêvajoya çareseriyê nirxandin.

Destnîşan kir, di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de xitimînek heye û ji 13ê Îlonê ve ti hevdîtin bi Abdulla Ocalan re nehatine kirin.

Pervîn  buldanê her wha li ser nîqaşên li ser chê Ocalan ê li Îmraliyê diyar kir ku Ocalan derbasî cihê xwe yê nû bûye û ew li benda destpêkirina xebatên xwe yên fermî yên wekî “kordînatorê aştî û siyasetê”ye.

Buldanê bi bîr xist ku pêvajoya heyî nêzîkî 2 saln berdewam dike û destkefta herî mezin rawestana rijandina xwînê ye.

Pervîn Buldanê amaje bi rola her sê aktorên sereke yên pêvajoyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan kir.

Buldanê diyar kir ku guherîna cihê Abdullah Ocalan nayê wateya statuyekê ji bo wî û pê de çû: “Ocalan niha li bendê ye ku wekî ‘Koordînatorê Aştî û Siyasetbûnê’ dest bi xebatê bike.

Birêz Ocalan gotibû ‘Ez dixwazim wekî Koordînatorê Aştî û Siyasetbûnê piştgiriyê bidim vê pêvajoyê’ lê hîn jî ev pênase bi fermî nehatiye kirin.