PKKeya hilweşiyayî hemû baregehên xwe yên li çiyayê Qereçûxê vala kirin

Gerila-Qerecox-net

Rêxistina PKKeya hilweşiyayî hemû baregehên xwe yên li çiyayê Qereçûxê vala kirin, ev gav di çarçûveya pêvajoya Tirkiyeya bêteror de hatîye avêtin.

Li gorî agahiyên destê me, çekdarên PKKê bi fermana serkirdayetîya xwe hemû baregehên xwe yên li quntara çiyayê Qereçûxê vala kirin, PKKe li salên dawî piştî zêdebûna êrîşên dewleta Tirk li ser kampa Mexmûrê bi hinceta parastina kampê li wir bicih bibû.

Rêxistina PKKê 10 xalên xwe yên leşkirî li quntara çiyayê Qereçûxê vala kirin.

Li gorî agahiyên me, niha beşeke quntara çiyayê Qereçûxê di destê hêzên Pêşmergeyan de ye û beşeke wê ya mezintir jî di destê artêşa Îraqê de ye.